• Friday, 29 March 2024
logo

Boyaxa neynûkan dibe sedema têkdana zarok

Boyaxa neynûkan dibe sedema têkdana zarok
Dezgehên tendirustyê hişyarî dan ku di boyaxa neynûkan de (oje) madeyeke tirsnak heye û jê re tê gotin toksoc trio ku dibe sedema têkdana zarok di dema bikaranîna wê de ji aliyê jinên ducanî.

Wîlayeta California hişyar da wan şîrketan ku iddia dikin di berhemên wan de madeya tirsnak tune, hebûna madeya tirsnak di 25 texlîtên boyaxa neynûkan yên amerîkî de hatiye dîtin ku bazirganî bi wan tê kirin.

Peyva toksic trio îşareteke ji bo sê madeyên kîmyewî û rûbirûbûna bi van madeyan re dibe sedema derketina pirsgirêkan di dema çêkirina zarokan de.

Pêdiviya jinên avis ji her kesekî asayî bêtir bi xwe parastina ji hemû madeyên kîmyewî heye, lewma divê di dema bikaranîna her rengê dermanekî de şêwira doktorên xwe bikin û wan agahdar bikin.

Dezgehên tendirustî dibêjin tirseke mezin li ser karkerên ku di kargehên boyaxa neynûkan de kar dikin heye, berê jî YE kirîna boyaxa neynûkan ku madeyên kîmyewî tê de hene, qedexe kir.

Rudaw
Top