• Friday, 29 March 2024
logo

Li Turkiyê keçek bi mamê xwe yê heq re zewicî

Gulan Media April 30, 2012 Corane
Li Turkiyê keçek bi mamê xwe yê heq re zewicî
Li Tirkiyê yekemîn zewaca "însest" a fermî pêk hat: Zilamekî 30 salî bi biraziya xwe ya 24 salî re zewicî.

Li Stenbolê mamekî 30 salî bi biraziya xwe ya Y.K. ya 24 salî ya xwendekara zankoyê re, bi şêweyekî fermî zewicî. Piştî bûyer eşkere bû mam û birazî ji holê winda bûn. Li ser giliya dê u bavê keçikê, dozgeriyê lêpirsîn da despêkirin ku zewaca ensest betal bibe û yên ev mehir biriyîn bên cizakirin.

F.K. yê 30 salî, bi keça birayê xwe yê mezin ê ew ji zarokatiya wî ve li cem xwe mezin kiriyî re, li 7ê Îlona 2010an, li Daîreya Zewicandinê ya Navçeya Bagcilar a Stenbolê zewicî. Zeweca keçikê , beriya niha 4 mehan bi telefoneke ku ji malbata keçikê re hatiyî eşkere bû. Lê belê keçikê ji malbata xwe re navê merê xwe yê fermî negot.

Dayîka Y.K.ê, ji bo miameleyeke fermî serî li Dezgeha Nifûsê dide û di belgeya nifûsê de dibîne ku keça wê zewicî xuya dike. Lê belê di belgeyê de navê mêrê wê xuya nake. Di navbera dê, bav û keçikê de nîqaş derdikeve û keçik dibêje ku ew ji yekî hez dike, lê belê nekariye ji wan re vebêje. Piştî vê bûyerê jî keçik winda dibe. Bavê Y.K.ê ji bo di lêgerînê de alîkariyê ji birayê xwe F.K. bixwaze, lê digere, lê belê dibîne ku birayê wî jî winda bûye.

Malbat careke din serî li nifûsê dide û eşkere dibe ku keça wan bi mamê xwe re zewiciye.

Malbatê ji bo betalkirina mehrê û darizandina karmendên ku mehir birîne, serî li dozgeriyê da. Ji aliyê dozgeriyê ve lêpirsînê dest pê kir.

Rudaw
Top