• Friday, 26 April 2024
logo

Tsûnamî gokek ji Japanê bir Alaska - Gok li xwediyê xwe vegeriya

Gulan Media April 23, 2012 Corane
Tsûnamî gokek ji Japanê bir Alaska - Gok li xwediyê xwe vegeriya
Bêtirî salekê piştî ku goka kurekî 16 salî yê japanî ket nav ava behrê, gok li dawiya din a dinyayê hat dîtin. Baş bû ku xwediyê gokê navê xwe li ser nivîsandibû.

Piştî salekê ku lehiya tsûnamî li Japanê gundê Mîsakî Murakamî têk biribû û goka wî bi pêlên behrê re winda bûbû, goka wî dîsa lê vegeriya. Şansê Mîsakî hebû, çimkî teknîkerê radarê Davîd Baxter, ku gok li peraveke girava Middleton li pêşiya Alaskayê dît, bi xanimeke japanî re zewicî ye, ku dikarî nivîsa li ser gokê bixwîne.

Mîsakiyê 16 salî ji Ajansa Nûçeyan a Kyodo re got ku ew ecêbmayî û spasdar e ku goka wî dîsa lê vegere. Xanima Davîd Baxter, Yumî Baxter, di rêya telefonê re bi Mîsakî re axiviye û ew dê gokê lê vegerîne.

Mîsakî Murakamî ji kanala televizyonê TBS re got: "Ez gelekî spasdar im, çimkî ta niha min tiştek ji xiradên xwe yên windayî nedîtiye." Xanî û tevaya tiştên malbata Mîsakî bûbûn goriyên lehiya tsûnamî, ku di 11ê adara 2011ê de êrîşî bajarê Mîsakî li bakurê-rojhilatî Japanê kiribû.

Rudaw
Top