• Friday, 26 April 2024
logo

Di 8 salan de 82 zarokên wî çêbûn

Gulan Media April 18, 2012 Corane
Di 8 salan de 82 zarokên wî çêbûn
Ed Houben ê li Hollenda dijî, heta 34 saliyê ne zewicî bû. Piştî wî temenî dest bi ‘bavîtiya profesyonel’ kir û di nava 8 salan de 82 zarokên wî çêbûn û 10 zarok jî di rê de ne.

Houben ê ku bavîtiya profesyonel dike, di nava 8 salan de bû xwediyê 82 zarokan. Niha 42 saliye û her mehê ligel 15 jinên bê zarok ên ku xeyalê dayîktiyê çêdikin re dimîne. Li gor Daily Mail, Houben ê di warê bavîtiyê de pispor û herî berhemdar, hemû tiştên ku dike destûrî ne.

Zarokên Houben li Almanya, Îtalya, Îspanya, Fransa, heta li Zelendaya Nû û li çar aliyên cîhanê hene, piranî li mala xwe ya li Maastricht ligel jinan dimîne. Lê car caran ji bo geşt û hêwirînê, diçe hinek cihên din jî.

Zarokê Houben ê herî mezin 9 salî û yê herî biçûk jî 2 mehiye. Despêkê dema ligel dayîka xwe dijiya, ji bo qezenckirina pereyan spermê xwe di firot klînîkên herêmî.

Piştî demekê, bi awayekî ‘bavê pispor’ dixebite. Ji bo jinên dixwazin bibin xwediyê zarokan, li ser malperên wekî Spermaspender.de ligel dikevin peywendiyê û sedî 80ê spermên wî serkeftî ne û bi vê yekê jî navdare.

Kesên ku ligel Houben bimînin, divê raporekê pêşkêş bikin ku ti nexweşiyên wê hene yan na û ka maddeyên hişber bikartêne. Houben jî raporekî bi heman awayî pêşkêşî jinan dike. Herwiha di dosyeya Houben de raporek derbarê hêjmara sperman de jî heye.

Houben di hevpeyvînek ligel kovara Der Spiegel a Almanî de dibêje: “Xoşewîsta min, dibêje, bi karê ku ez dikim ez xistime di rewşa mirovekî hîn balkêştir de.” Ji ber hevala Houben a keç ducaniye, hê balkêştire.

Rudaw
Top