• Thursday, 18 April 2024
logo

Bûstiyera Houston bi 18.000 $ hate firotin

Bûstiyera Houston bi 18.000 $ hate firotin
Stranbêja navdar Whitney Houston ku li Emerîkayê di odeka otelekê de mirî hatibû dîtin, hinek eşyayên wê li Bawerly Hillsê

di li ser hev re zêdekirina firotinê de hatin firotin. Ji aliyê mala muzayede a Juliensê ve 13 perçe eşyayê whitney Hostonê bi 80 hezar dolarî hat firotin.

Bûstiyerekî ku stranbêjê li ser dikê lixwe kiribû bi 18 hezar dolarî, dîsa kincekî wê yê ku di sala 1996 an de di merasîsa xelata Grammyê de lixwe kiribû bi 11 hezar dolarî hat firotin.

Gûharên ku di fîlma “The Bodyguard” de bi guhê xwe ve kiribû jî bi 2 hezar û 212 dolarî ji aliyê heyranekî wê ve hat kirîn.

Whitney Hoston çend meha berê di oda otelekê de mirî hat dîtin û dûra eşkere bû ku bêhemd fetisiye.

Avestakurd
Top