Goştê hevalê xwe xwar û firot
![Goştê hevalê xwe xwar û firot](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/22301.jpg )
Bûyer li Girava Russky a Vladivostokê eşkere bû. Mirovek ji marketê goşt dikire û dibe dikelîne. Ferq dike ku tahm û bîhna goşt cûdaye. Vedigere marketê û gilîyê xwe dike, Tê lêkolînkirin û ev bûyera dijwar derdikeve holê.
Di encama lêpirsîna polêsan de derket holê ku, yamyamî 35 salî, navê wî eşkere nekirin, hevalê xwe yê ku tev votka vexwarine kuştiye û goştê wî xwariye û firotiye.
Polês yamyam digrin û dibînin ku di sarincoka wî de hîn goştê hevalê wî heye. Mirovxwar di îfada xwe de dibêje: “li cem votkayê bo xwarinê meze nemabû.”