• Saturday, 27 April 2024
logo

Isaac Tutumlu: Mesut Özil Kurd e

Gulan Media March 17, 2012 Corane
Isaac Tutumlu: Mesut Özil Kurd e
Di vê hefteyê de medyaya spanî cihekî balkêş da pîlotê Kurd-Katalan Issac Tutumlu, ew jî ji ber beşdarbûna wî ya di Şampiyona Cîhanî ya Erebeyên Turîzmê (World Touring Car Championship) li bajarê Îtalî Monza bû. Gellek rojname û malperên spanî di weşanên xwe de Issac wek "Spanî yê esilkurd" dan nasandin. Tutumlu ji rojnameya spanî Marca re diyar kir ku lîstikvanê Real Madridê Mesut Ozil jî wek wî Kurd e.

Issacê 27 salî bi erebeya BMW 320 TC ya ekîba "Proteam Racing" tevlî vê pêşbaziyê bûbû, derbarê vê beşdarbûnê Issac ji navdartirîn rojnameya sporê li Spanyayê Marca re axivî û derbarê vê şampiyonê got, "Ev pêşbaziya herî bi hêrs e ku li cîhanê heye ".



Issac li Barcelonayê ji dayîk bûye û kurê menajerê Kurd yê naskirî di warê futbola Europayê de, Bayram Tutumlu ye. Ew piştgirî ji gellek Kurdan werdigre, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî yek ji sponsorên wî yên sereke ye. Tutumlu got, “Bi saya piştgiriya wan ez li vir im, ez ê nûnertiya Spanyayê bikim, lê ez ê Kurdistanê jî temsîl bikim, rengên alayên Spanya û Kurdistanê li ser erebe û kumê xwe nîşan bidim. Ev tişt gellek min kêfxweş dike, lê herwisa dizanim ku berpirsiyarî dixe ser milê min”.

Hezkiriyên Mesut li Santiago Bernabeú ala Kurdistanê bilind dikin

Issac Tutumlu ji Marca re dibêje ku hezkiriyên wî yên Kurd li her çar aliyên cîhanê belav bûne û çavên wan li ser wî ne û axaftina xwe wisa domand: “Kurdekî din jî heye ew jî lîstikvanê Real Madrîdê Mesut Ozil e, heyranên wî herdem ala Kurdistanê li Santiago Bernabeú bilind dikin.” Kurd bi rêya toreyên civakî piştgiriyê didin Tutumlu, ew jî ji Marca re dibêje: "Ez gellek serbilind im ji ber nêzîkbûn û hezkirina wan, ew hezkirina xwe bi awayekî rojane nîşanê min didin”.

Cihê gotinê ye ku Şampiyona Cîhanî ya Erebeyên Turîzmê yek ji pêşbaziyên herî sereke yê li cîhanê ye wek Formula 1 û Rally.
Top