• Thursday, 25 April 2024
logo

Her du weku hev: Çavek şîn e û yek qehweyî

Gulan Media March 15, 2012 Corane
Her du weku hev: Çavek şîn e û yek qehweyî
Çavê dê û keça xwe her du weke hev; çavek şîn e û yek qehweyî ye. Li gor daxuyaniya dayîka keçikê dayî çapemeniyê, rengê çavê keça wê her ji dayîbûnê wê weku ên wê yek şîn e û yek qehweyî ye.

Dayîka 47 salî Ayşe Ergene ku ji gundê Duzlen a bi ser bajarê Manîsa ya welatê Tirkî ve ye, dibêje ku li gundê wan êdî her kes fêrî vê dîmenê bûye, lê dema ji gund derdikevin yên rengê çavê me dibînin matmayî matmayî dimînin û pirs dikin 'rengê çavê we siwarkiriye yan na?' Lê, ew dibêje ku ez li wan vedigerînim û dibêjim rastiye û ev karê xudê ye.

Ayşe her wiha dibêje ku heta niha ew ji bo çavên xwe serdana doktoran nekiriye.Keça wê ya 9 salî Rabîa dide diyarkirin ku rengên çavê wê balkêşiya hevalên wê ne li dibistanê, lê gelek ji rengê çavê min hez dikin. Û dibêje ku ew ji rewşa xwe gelek raziye. Dotktor jî dibêjin rewşên wiha pir kêm tên dîtin, lê tu badorê li ser dîtina çavan nake.

Avestakurd
Top