• Wednesday, 08 May 2024
logo

Li Hewlêrê Mercedesek bi 660 hezar dolarî hat kirîn

Gulan Media March 13, 2012 Corane
Li Hewlêrê Mercedesek bi 660 hezar dolarî hat kirîn
Di sêyemîn Pêşangeha Navneteweyî ya Tirimbêlan de li Hewlêrê Mercedesek bi nirxê 660 hezar dolarî hat firotin. Tirimbêla marka Mercedes ML350 ta niha li seranserî Rojhilata Navîn nehatiye firotin, yekemîn car li Hewlêrê hat kirîn.

Nûnerê kompaniya Haman a almanî ji Rûdawê re diyar kir ku wan di pêşangeha li Hewlêrê herweha tirimbêlên Porş jî firotin. "Em bi nêt in ku em tirimbêlên Ferarî û Lambercînî jî ku nirxên wan digihê ta du milyon dolar, bînin Kurdistanê."

Nûnerê Mercedes li Kurdistanê Aydin Gokdemîr ji aliyê xwe ve eşkere kir ku Mercedes îsal li Kurdistanê gelek tirimbêlên xwe firotine. Wî got: "Otomobîla herî giran a li gel me bi 660 hezar dolarî hat firotin û ew jî ji marka Mercedes ML350 bû." Gokdemîr diyar kir ku ev yekemîn car e ku tirimbêleke ji vê markê li Rojhilata Navîn tê firotin.

Pêşangeha Navneteweyî ya Tirimbêlan a Hewlêrê ça rojan dirêj kir.

Rudaw
Top