• Tuesday, 23 April 2024
logo

Ciwanekî Amerîkî ligel Kurdî 21 zimanan dizane

Gulan Media March 11, 2012 Corane
Ciwanekî Amerîkî ligel Kurdî 21 zimanan dizane
Ciwanê Amerîkî yê bi navê Timothy Doner (21) ku li New Yorkê dijî, ligel zimanê Kurdî dikare bi 21 zimanan baxêve.

Ciwanê Yahûdî yê ku zimanê wê yê dayîkê İnglîziye, li dibistanê fêrî Fransî, Latînî û Çînî bûye û li sala 2009’an jî dest bi fêrbûna zimanê Îbranî kiriye. Piştre jî dest bi fêrbûna Erebî, bi heskirina fêrbûna zimanan di rêzê de ferî zimanên wekî; Rûsî, Îtalî, Fransî, Svahili (Afrîqa Navîn), Endonezî, Hindî Oîbve (Niştecihên Bakurê Amerîka), Peştûnî, Tirkî, Haus (Çad), Kurdî, Yîddîş, Felemenkî, Hirvatî û Almanî bûye.

Li gor rojnameya New York Times; Doner di nava çar rojan de fêrî alfabeya Erebî û di nava hefteyekê de jî kariye bixwîne. Doner dikare gelek zimaman bi lezûbez fêr bibe û baxive.

Doner diyar kir ku navbera wî û bîrkarî xirab e.

Rudaw
Top