• Friday, 26 April 2024
logo

Înternet: CanKurds 22 malper têk bir!

Înternet: CanKurds 22 malper têk bir!
Koma ciwanên Kurd a bi navê CanKurds di 22’ê sibatê de dest bi hemleya têkbirina malperên Tirkan kirin, hate diyarkirin ku heta niha 35 malper di 24 demjimêran de hatine têkbirin. Komê da diyarkirin ku wana li hemberî girtina siyasetmedarên Kurd li Bakûrê Kurdistanê, Komkujiya Roboskiyê û tecrîda ku 7 meh in li ser Ocalan berdweam dike ye.

Cankurd, li ser malperên ku bi dest xistiye bi zimanê Erebî dinivîse; “Ez CanKurds, dixwazim malperên faşîst têk bibim.” Di daxuyaniyê de tê gotin ku dê ev hemleya wan berdewam bike.

Hate diyarkirin ku ev êriş di 22’ê sibatê de li hemberî malperên faşîzma AKP’ê hatine destpêkirin û dê heta 21’ê Adarê berdewam bike. Hêjayê gotinê ye ku ev koma CanKurds, xwe weke ‘Hemleya Rûstem Cûdî’ jî bi nav dike.

Lewra li ser malperên hatine hackekirin wêneyên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Rustem Cûdî yê ku di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest daye û gerîlayan bi cih dikin.

Nukurd
Top