• Thursday, 28 March 2024
logo

Razana kêm sîstema parêzvaniya laşê mirovan tevlihev dike

Gulan Media February 28, 2012 Corane
Razana kêm sîstema parêzvaniya laşê mirovan tevlihev dike
Nerazana pêwîst mimkûn e bibe sedema daketina sîstema parêzvaniya laşê mirovan û wan rastî nexweşiyan bîne.

Nerazan û razana perçe perçe mimkûn e nexweşiyan bi xwe re bîne. Lêkoleran eşkere kirin ku demjimêra bayolojî (tiştekî tradisyon e û razanê organîze dike) asta van bermayiyên ku li sîstema parêzvaniya laşê mirovan miqate dibe, kontrol dike.

Zanyarên Zanîngeha Yale bi rêya ceribandinekê karîn têkiliya bermayiya TLR-9 bi sîstema parêzvaniya di mêjî de ronî bikin, dema bermayiyeke çalak dikare bi başî bersîva bakterî û vîrusan bide. Ango razana perçe perçe ku gera nivistinê qut dike, wisa li mirovan dike ku bêtir gefa nexweşiyan li ser wan hebe.

Profesor Erol Fikrig dibêje, "xelk bi şêweyeke giştî dizanin ku dema xewa wan bi şêweyê perçe perçe yan bêzarkirî be, ev bêtir nîşanê wê yekê ye ku ew bikevin nexweşiyan."

Fikrig herwiha pêşniyaz kiriye ku li ser bandora ronahî û dengedenga di dema razanê de û têkiliya vê yekê bi nexweşketinê lêkolînek bê kirin. Herwiha şêweyê razana van kesên nexweş, hebûna ronahiya xurt û dengedengê jî bê ronî kirin ka li ser van çiqas bandora wê heye.

Fikrig dibêje, "girîng e bê zanîn ka dengedeng û ronahiya zêde li ser sîstema parêzvaniya laşê mirov çawa bandorê dike."

Rudaw
Top