• Saturday, 20 April 2024
logo

Çand û Zanist - Google di Maweya Neh Meh û Nîvan de Heft Millîyard Dollar Qazenc Dike

Gulan Media October 17, 2011 Corane
Çand û Zanist - Google di Maweya Neh Meh û Nîvan de Heft Millîyard Dollar Qazenc Dike
kompanîya Google ya di biwarê Tecnolocîyê de eşkere kir, ku koma qazencên wê di evê salê de gîhaye 7.51 millîyard dollarên Amrîkayî, ku 37 % ji dahata evê kompanîyê zêde kirîye.
Pişka Google di bazarên Amerîka de bi 6 caran hatîye zêdekirin, ku gîhaye 593 dollarên Amerîkayî.

Google ku mezintirîn bizavnerê xwe yê geranê li ser Înternêt ê heye, gotîye qazenca evê kompanîyê di sê mehên dawîya sala darayî de, ya ku li 30 Rezberê bi dawî hatîye, gîhaye 2.73 millîyard dollarên Amerîkayî, berê jî li heman maweya de, sala çûyî 2.17 millîyard dollar bûye.

Koma dahata Google li nîvê sêyema evê salê gîhaye 9.72 millîyard dollaran, bê guman pişka kompanîyên hevbeşên Google li ser tora Înternêtê jê re hatîye.

Berî evê çendê pisporên dibiwarê abûrîyê de pêşbînî dikirin, ku dê qazenca evê kompanîya bighêje 7.22 Millîyard Dollar Amerîkayî.
Top