• Thursday, 09 May 2024
logo

Thenational: Hewlêr dixwaze bibe Dubeya duyê

Gulan Media October 15, 2011 Corane
Thenational: Hewlêr dixwaze bibe Dubeya duyê
Malpera “Thenational” a Îmrata Erebî di raportekê de amaje dike ku paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêr dixwaze bibe Dubeyek din li navçeyê.

Di raporta malperê de wiha hatiye, “Hewlêr li Herêma Kurdistana Iraqê geşbîne bi wê yekê ku ber bi Dubeyeke din ve li navçeyê diçe, ji ber xwediyê gelek bazarên nû (Mall), hotêlên 5 stêrk û hejmarek xizmetguzariyên geştyarî û hatûçûna asmanî ye ku wek bajarê herî kevin ê dinyayê ku heta niha jiyan tê de heye, tê naskirin.”

Çavkaniyê di raporta xwe de, pişta xwe bi 2 dûvçûnên Navenda National Geographic a navdewletî û rojnameya New York Times a amerîkî girê daye ku Herêma Kurdistanê wek yek ji wan cihên dinyayê didine zanîne ku divê di sala 2011an de geştyar serdanê bikin.

Raport, behsa hebûna mûzexane, baxên giştî û çend hotêlên pêşketî li Hewlêrê û hebûna nav û ezmûna welatên din di warê xizmetguzariya getşyariyê de li Kurdistanê dike û navê Libnan û Îtaliya ku li herêmê destê wan diyare wek nimûne tîne.

Di beşa dawî de, raport daxwaz ji xelkê din dike serdana Hewlêrê bikin û sûd ji pêşketin û xweşiya Hewlêr û Herêma Kurdistanê werbigirin.

AKnews
Top