• Friday, 26 April 2024
logo

Keçeke kurd bû şahciwana Swêdê

Keçeke kurd bû şahciwana Swêdê
Keçeke kurd ya bi navê Hana Taîrî di nava 200 kesan de wekî şaciwana Swêdê hate hilbijartin
Hana Taîrî çend rojan berî niha beşdarî hevrikiya şaciwana Swêdê ya bi navê (Miss World Sweden) bû û wek yek ji şaciwanên Swêdê û di rêza sêyan de hate destnîşan kirin û xelat jêre hate pêşkêş kirin.

Hana sipasiya tev welatiyên Kurdistanê kir ku deng danê de û wiha got, “Ez şanaziyê bi kurdbûna xwe dikim bi taybet ku min wekî keçek kurd beşdawrî hevrikiyê kir”.

Hana dixweze di çend hevrikiyên din de beşdariyê bike ku dê li Swêdê bê encamdan û hêvî dike ku di hevrikiyên cîhanî de beşdariyê bike.

Avestakurd
Top