• Sunday, 05 May 2024
logo

Dirêjtirîn pira cîhanê li Çînê ye

Dirêjtirîn pira cîhanê li Çînê ye
Berî welatê Çînê pira xwe bi dawî bike, dirêjtirîn pir li cîhanê ya Amerîka bû ku dikeve başûrê Amerîka li Louisiana û dirêjahiya xwe 38 km bû. Lê piştî xebata avakirinê ya 4 salan ku di sala 2006'ê dest bi avakirina pirê hatibû kirin, pira Çînê bû dirêjtirîn pir li cîhanê. Pira ku li herêma Shandong hatî avakirin dirêjahiya xwe 42 km' ye û 3'ê bajaran bi hev ve girê dide.

Li gor nûçeya di televîzyona dewleta Çînê CCTV belavkirî de, Pir 42 km dirêje, firehiya xwe 45 metreye, zêdeyî 5 hezar stûnê xwe hene, pir li ser avê hatiye avakirin. Li gor jêderê pira ku bedelê wê 10 milyar dolare ji hatin û çûnê re hate vekirin. Avestakurd
Top