• Sunday, 05 May 2024
logo

"Keçeka xwekuj (8 salî) hate girtin"

Li herêma Dîr a ser sînorê Afxanîstanê, keçeka 8 salî ku dixwest çalakiyek xwekujî encam bide, ji aliyê polîsan ve hate girtin.

Li gor rêveberekî polîsan daxuyanî dayî televîzyona dewletê (PTV), keçeke bi navê Sohana Cavaid (temen 8 salî) ku êlekekî bombekirî li xwe kiribû û dixwest êrîşî cihê polîsan bike, li cihê lêgerîna polîsan hate girtin.

Li gor daxuyaniya polîsan, dema keçik nêzîkî cihê lêgerîna polîsan dibe, ditirse, digirî û dike qîr, lewma polis ferq dikin û wê digirin.

Li gor hemen jêder, keç hatiye revandin û di wargehê "terorîstan" de hatiye perwerde kirin û bi zorê ew kirine xwekuj.

Avesta
Top