• Sunday, 05 May 2024
logo

Bi dilopek xwîna xwe û 500 euroyan bizane kînga dê mirî!

Bi dilopek xwîna xwe û 500 euroyan bizane kînga dê mirî!
Testek a xwînê wê di dawiya sala 2011 de li Îngîlîstanê bikeve bazarê. Kesên ku vê testê bi kar bînin, wê bizanin çiqas bi lez û wê çiqas bijîn.

Bi vê testê wê zanyar, wê pîrîtî çiqas zû pêk tê û wê dirêjahiya “Serikên kromozonan” an go telomeran bipîvin.

Pisporan dan diyarkirin ku wê mirov bi testa ku wê bi 500 euroyan bê firotin, derbarê pîratiya xwe agahî bigire. Tê hêvîkirin ku testa telomerê di van 5 û 10 salên dawî de zêdetir belav bibe.

Hinek zanyar jî diyar dikin ku ji beriya ev test bên bikaranîn, divê di bin çavdêriyên etîk re derbas bibin.

ANF
Top