• Thursday, 25 April 2024
logo

Her hefte 5 qalib sabûn dixwe

Gulan Media February 13, 2011 Corane
Her hefte 5 qalib sabûn dixwe
Tempestt Henderson 19 salî ye. Li Amerîka, Florida dijî. Her hefte 5 qalib sabûn û dermanê kincan (deterjan) dixwe.

Doktor dibêjin, eger ew dev ji vê yekê bernede, ew riya mirinê li pêşiya xwe vedike.

Tempestt Henderson bi xwe xwendekara hemşîretiyê ye, dibêje ew nikare dest jê ber de,

Dibêje, wê carekê tiliya xwe xistiye nava dermanê kincan dîtiye ku tama wê xweş e, hem şêrîn bû ye, hem jî şor, xwariye û kêfa wê jêre hatiye.

Piştre carekê dema ku dûş kiriye, kêfa wê ji kefa sabûnê re katiye, zimanê xwe lê da ye, jêre xweş hatiye.

Ew niha, êdî weke xwarinê sabûnê dixwe.
(avestakurd)
Top