• Friday, 29 March 2024
logo

Keştiya Nûh li Rûsya ye

Gulan Media February 12, 2011 Corane
Keştiya Nûh li Rûsya ye
Alexsandir Nîmîzof endazyarekî Rûsî ye, keştiyek dirûst kiriye ku 10 hezar kesan radike. Navê wê jî kiriye Keştiya Nûh.
Ev keştî li ser şêweyê sedef dîzayn kiriye û ji bo bibe stargeheke ewlehiyê di dema karesatên mezin ên wek tofan û erdhejên pir mezin jî. Ev keştî bi awayekî hatiye dîzaynkirin ku hemû tiştên ji bo despêkê pêwîst, di nav de hatiye bi cihkirin. Wek; cihê ji bo çandina zebze, fêkiyên pêwîst, patriyên tavê û sîstemek ji bo komkirina ava baranê hatiye dirûstkirin û ji bo kesên di nav de demek dirêj zindî bimînin.
Ji bo oksîjena pêwîst di vê keştiyê de hebe, hinek giya tê de çandiye û ji bo gazên zerermend rabikêşe û hewaya nû peyda bike. Ev keştî ji madeya rûn hatiye dirûstkirin û ji bo ronahiya navbera keştiyê de peyda bike, giyayek li ser e û ji bo tirêjên zerermend bigre. (Rûdaw-Ajansên Nûçeyan)
Top