• Saturday, 11 May 2024
logo

'Polîsên robot yên bi aqil' yên Tirk tiredînin!

Gulan Media January 23, 2011 Corane
'Polîsên robot yên bi aqil' yên Tirk tiredînin!
Herî zêde Tirkiye robotên bombeyan tune dikin malê Elman dikire. Fîrmaya bi navê Telerob diyar kir ku wana nêzî 700 robot firotiye Tirkiye jî di nav de, gelek welatan. Lê rayedarên fîrmayê dan diyarkirin ku polîsên Tirk di karanîna robotên bi 150 hezar Euro kirîne neserkeftî ne.

Ji 100 metreyî zêdetir diçe, bi kamerayê hemû agahiyê berfireh yên di paketa bigûman de radigihîne. Heta eger di paketê de bombe hebe, dizane kîjan kabloyê jî bibire. Di rewşên xeter de dikare agir jî bivemirîne, her wiha gule jî derbaz nake. Di salên dawî de “robotên bi aqil” ku ji aliyê Elmana ve hatî çêkirin, li cîhanê herî zêde bala polîsan dikişîne û jibo wana “hevalê kar yê jênegere.”

BIKIRÊ HERÎ MEZIN TIRKIYE YE

Robotên ku ji aliyê fîrmaya binavê Telerob hatî afirandin, ji DYE yê heya Bahren’ê yanî di 55 welatan de li ser kare. Firmaya ku heya niha 700 robot firotîn jî, hat hînbûn ku muşteriyên wan yê herî mezin jî Tirkiye ye. Robotên ku bombeyan îmha dikin bi pereyekî qasî 150 hezar Euro tên kirîn. Li Tirkiyeyê ji aliyê polîsan ve li bajarên cûda tên bikaranîn.

Lê belê rayedarên fîrmayê diyarkirin ku, sala 2009’an bi cîroyekî 30 milyon Euroya serkeftinekî mezin bidest xistine, her wiha aşkera kirin ku, ji Tirkiyeyê gilî hatine. Baldikişîne ser ku, Tirkiye bikaranîna robotan de ecemiye. Li Amedê di Cotmeha borî de paketa bigûman ya ku daniyin ber eraziyek valeyê yê qişleya leşkerî, robotê bi aqil bi çi awayî nekarî bû paketê tune bike.!

Welatê herî dawî bûyî xwediyê robotan jî Îngilîstane. Hat fêrbûn ku, polîsên Îngilîstanê jibo 80 robotan bikirin bi fîrmaya Telerob re peyman çêkirine. Fîrmayê balkişand ser robotên ku di van salê dawî de afirandine, tê payîn ku di sala 2011’an de ji sedê 20 firotina wan zêde bibe. AFN
Top