• Friday, 10 May 2024
logo

Mûsil: Zarokekî biçûk di zikê keçeka 2 salî de bû

Gulan Media January 15, 2011 Corane
Mûsil: Zarokekî biçûk di zikê keçeka 2 salî de bû
Li Nexweşxaneya Xensayê ya bajarê Mûsilê zarokekî biçûk di zikê keçeke 2 salî de hate dîtin.

Piştî êşeke dijwar keçkeke temen 2 sal û 3 mehî ji bo nexweşxaneyê hate şandin û neştergerî jê re hate kirin.

Di derbarê wê bûyerê de, rêveberê ragihandin nexweşxaneya Neynewayê Raşid Necim ji rojnameya El-Sebah’yê re ragihand ku zarokekî biçûk di zêkê keçkeke 2 salî de hatiye dîtin ku temenê
zarok jî 6 hefte ye.

Di dirêjahiya axiftina xwe de, Raşid Necim got:” Ew zarokê biçûk cêwiya wê keçkê bûye, ji ber ku yek ji ya din bihêzti bûye a lawez ji aliyê ya bihêz ve hatiye daqurtandin û di zikê wê keçka 2 salî de maye.” PUKmedia
Top