• Friday, 10 May 2024
logo

Facebook nayê girtin

Gulan Media January 10, 2011 Corane
Facebook nayê girtin
Malpera tevna civakî ya herî navdar a cîhanê Facebookê, li ser gotegotên “dê were girtin” daxuyand ku “ew nayên girtin.”

Li ser vê gotegotê, rêveberiya Facebookê, li ser Twitterê aşkere kir ku îdiaya girtina malpera wan derew e. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Em tu daxuyanî li ser girtina xwe nadin, ji ber ku karê me berdewam e. Em ê neçin tu derê, carekê me dest bi vî karî kiriye.”

Malpera mîzahî ya nûçeyan Weekly World Newsê, duhî, bi nûçeyekê destnîşan kiribû ku Facebook dê 15ê Adarê bê girtin û xwestibû ku karhênerên wê dosyayên xwe jê veguhêzin.

Di nûçeyê de, hatibû diyarkirin ku CEOyên Facebookê ji giraniya vî karî westiyabûn û ji ber vê dixwazin vegerin jiyana xwe ya berê.

Heman malperê, berê jî di nûçeyeke xwe de, dabû zanîn ku Serokê DYAyê Barack Obama, dê demek nêz bibe xwedanê zarokeke din, Micheal Jackson nemiriye û fezayî dê bi cîhanê re şerî bike.

Li dora 500 hezar bikarhênerên Facebookê hene. Ev malper bi buhayê 50 milyar dolarî ye. CEOyê Facebookê Mark Zuckerberg, ji aliyê konara TİME ya Amerîkan ve wek “Kesê Sala 2010ê” hatibû hilbijartin.

(AKnews)
Top