• Friday, 10 May 2024
logo

Mişkê ku genetîka wî hate guhertin stran got!

Gulan Media January 9, 2011 Corane
Mişkê ku genetîka wî hate guhertin stran got!
Derhênerê projeyê yê ji Zanîngeha Osakayê Arîkunî Uchîmura da diyarkirin ku, ew li benda mişkên dîtina wan ya jiderve hatî guhertin bûn,

Zanyarên Japon mişkê ku di guhertinên genetîk re derbaz kirî, wek çûkekê dişeqe. Di hizirin ku di derbarê kokê zimanê mirovan de agahî bide. Mişkê ku di şeqe, mişkên ku di guhertina genetîk re derbaz bûyîn, ji ber sedema xelet hilberîna rakendiyê (kalıtım) mutasyon hatiye holê, di çarçoveya xebata “Evolved Mouse Project” de hatiye bidest xistin.

Derhênerê projeyê yê ji Zanîngeha Osakayê Arîkunî Uchîmura da diyarkirin ku, ew li benda mişkên dîtina wan ya jiderve hatî guhertin bûn, rojekê di nav mişkên ku nû ji dayîkbûne mişkekî dişeqîne ferq kir. Her wiha bilêv dike ku, ev taybetmendî weke encama rasthatinekê ye û ji nifş derbazî nifş berdewam bûye. Niha bi hezaran mişkên dişeqînin jibo karanîna lêkolînên cûda di labaratûvarê dene.

Li welatên din lêkolînên ku bi çûkên wîçwîçok (ötücü) hatî kirin, ji çûkên ku ji elementên dengên cûda ku weke peyvan anîne gel hev û hatiye dîtin ku ji vê yekê sûd wergirtine. Çûk piştî van elementan guncawî zagonên ziman stranan di hilberînin. Lê belê zanyar dibêjin, jiber ku miş di aliyê çekara mejî de bêhtir li ser mirovan ve diçin, lêkolîna bi mişkan baştire. Di hizirin ku, zanînên ku ji mişkan distînin, di lêkolîna kokê zimanê mirovan de wê bêhtir bisûd be. (Avestkurd)
Top