• Friday, 10 May 2024
logo

Buhayê Facebookê gihşt 50 mîlyar dolarî

Gulan Media January 4, 2011 Corane
Buhayê Facebookê gihşt 50 mîlyar dolarî
Hate ragihandin ku bi pêkanîna 2 veberhênanên nû, buhayê malpera herî mezin a parvekirina civakî ya dinyayê Facebook, gihiştiye nêzîkî 50 mîlyar dolarî.

Li gor nûçeya New York Timesê, Bankaya Veberhênanê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Goldman Sachs veberhênaneke 450 mîlyon dolarî û Digital Sky Technologies jî veberhênaneke 50 mîlyon dolarî bo Facebookê kiriye.

Karbidestên her sê şîrketan jî derbarê vê mijarê de çi daxuyanî nedane û tê ragihandin bi veberhênana her du şîrketan buhayê Facebookê gihiştiye nêzîkî 50 mîlyar dolarî.

Niha li seranserê dinyayê 500 mîlyon bikarhêner û zêdetirî 1400 karmendên Facebookê hene.


(AKnews)
Top