• Friday, 10 May 2024
logo

Li Herêma Kurdistanê di şeva serê salê de 139 zarok ji dayik bûne

Gulan Media January 3, 2011 Corane
Li Herêma Kurdistanê di şeva serê salê de 139 zarok ji dayik bûne
Li gor nûçeyeka malpera Rûdawê di şeva serê salê de li Herêma Kurdistanê, 139 zarok (76 kur û 63 keç li nexweşxaneyên taybet ên zarokan ji dayik bûne, Li Kelar jî sê zarok ji jinekê re çêbûn.

Li gor îstatîstîkên bajarê Silêmaniyê di şeva serê salê de 9 zarok (5 kur, 4 keç) ji dayik bûne. Herwiha li bajarê Hewlêrê di demjimêr 01.01.2011an heta 8ê sibehê 15 zarok (10 kur, 5 keç) ji dayik bûne.

Ew îstatîstîkan han wê yekê pêşan didin ku li navenda bajarê Duhokê zêdetirîn jimareya zarokbûnê hatiye tomarkirin dema ligel bajarên din bê berhevkirin ku 35 zarok (19 keç, 16 kur) ji dayik bûne. Piştî wê jî qeza Zaxo tê. Li wir jî 31 zarok (12 keç, 19 kur) hatine dinyayê. Li Akrê 9 zarok (4 keç, 5 kur). Li Amêdiyê jî 3 zarok 2 keç û kurek.

Li qezaya Kelar di şeva serê salê de 10 zarok (6 keç, 4 kur) ji dayik bûne û jinekê jî 3 zarok anîne dinyayê. Li Ranye 10 zaro (5 keç, 5 kur), li Soran 5 zarok (2 keç, 3 kur), li Helebce 10 zarok ( 7 kur, 3 keç) ji dayik bûne. Her di wê şevê de li qeza Seyd Sadiq jî dû zarok hatine dinyayê.
(Rudaw)
Top