• Saturday, 11 May 2024
logo

Mêrê 4 jinan ji aliyê jinên xwe ve hat kuştin

Gulan Media December 27, 2010 Corane
Mêrê 4 jinan ji aliyê jinên xwe ve hat kuştin
Li welatê Bengladêşê ku li rojhilata Asya ye, 4 jinan ta mirinê li mêrê xwe xistin, di vê barê de rojnameya (New Age) ya Bengalî eşkere kir, ku Yûnês Babarî (46 sal) û yê şofêr kar dike, di heman demê de bi 4 jinan re zewicî bû, bê ku haya herçar hêwiyan ji hev hebe.

Rojname didomîne, Babarî li gel herdu jinên pêşîn diçû serdana gundekî cîran, û di vê demê de ew rastî jina xwe ya 3'em hat ku ew nizane wî berê 2 jin kirine, her wiha herdu jinên pêşîn jî haya wan ji hêwîya nû tune bû, û bi rêkeft hate zanîn ku jineke wî 4'em jî heye.

Piştre her 4 jinên hêwî li mêrê xwe civiyan û bê dilovanî dane ber kotekan, ta jiyana xwe ji dest da. kurdaxî – Warvîn
Top