Nêçîrvan Barzanî ligel Ehmedînejad civiya
Di civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Ehmedînejad de pirsgirêka xalên sînor ên navbera Îran û Herêma Kurdistanê de yên ku dibin sedemê dirûstbûna sistiya di warê veguhestina bazirganî, pêşî li pêşvebirina peywendiyên bazirganî û bilindkirina asta veguhestina bazirganiyê digrin hatin guftûgokirin.
Di civînê de serokomarê Îranê got: “Emê aliyên têkildar bispêrin ku van pirsgirêkane çareser bikin, ji bo têkilî û veguhestina bazirganiya navbera Herêma Kurdisan û Îranê de bi başî bimeşe.”
Di beşek din a hevdîtinên navbera Nêçîrvan Barzanî û Ehmedînejad de pirsgirêkên navbera Hikûmeta Federalî ya Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatin guftûgokirin. Di civînê de hat gotin ku tekane çareseriya ji bo pirsgirêkên Iraqê, veger û girêdanbûna bi destûr, bikaranîna rêyên diyalog û jihevtêgihiştinê ye. Ji bo vê armancê jî wê hewldan bidomin.
Piştî hevdîtina ligel serokê Îranê, îro Nêçîrvan Barzanî ligel serokê parlamentoya Îranê Elî Larîcanî û cîgirê yekemîn ê serokê Komara Îslamî ya Îranê Reza Rehîmî civiya.
Rudaw