• Saturday, 27 April 2024
logo

Peywendiya Rubî bi serokwezîrê Îtalya re, rojeva Îtalya serûbin kir

Gulan Media November 4, 2010 Corane
Peywendiya Rubî bi serokwezîrê Îtalya re, rojeva Îtalya serûbin kir
Li gor rojnamegeriya Italyayê berî ku Rubî 18 saliya xwe temam bike, derbazî vêleya serokwezîr Silvio Berlusconi bûye û li gel wî sêks kiriye.

Rubî ew keça Îtalî ya ku 18 saliya xwe temam nekiriye ji kovara Magazîn Oggi re got: ''dema ku ez çûm vîllaya Berlusconi, min jêre got ku ez 24 salî me''.

Dema ku serokwezîr di şeva Evîndaran de, koktey dabû Rubî, ew derbazî vîllaya wî bû û wê demê ew ducanî bû.

Berlusconi jî ji aliyê xwe ve van nûçeyan derewîn derdixe û dibêje ku çi rastî bo van nûçeyan tuneye.
Top