• Sunday, 16 June 2024
logo

Kemal Kerkukî : Tenê Riyek Bo Çareseriya Doza Kurd Heye Ew Jî Riya Aştî Û Diyalogê Ye

Gulan Media October 15, 2012 Nûçe
Kemal Kerkukî : Tenê Riyek Bo Çareseriya Doza Kurd Heye Ew Jî Riya Aştî Û Diyalogê Ye
Piştî kongreya 2-yê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP-yê duh qetiye, şandeya Partiya Demokrat ya Kurdistanê serdanek ya pîrozbahiyê bo navenda BDP-yê kir.

Şanda Partiyê ya di bin serokatiya Doktor Kemal Kerkukî digel endamên Komîteya Merkezî ya Partiyê Şirîn Amedî, Ahmet Kanî Abdulhalik Bapirî, ji aliyê Hevserokên BDP-yê Salahattîn Dimeritaş, Gulten Kışanak û Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk û Aysel Tuğlukê hat pêşewazî kirin.

Doktor Kemela Kerkukî pîrozbahî li birêvebirên BDP-yê kir û serkeftin bo wan xwest. Dr. Kemal Kerkukî got tenha riyek bo çareseriya doza miletê kurd heye ew jî riya aştî û diyalogê. Herdu aliyan gotûbêjek dirêj li ser rewşa siyasî ya kurdan û rojhilata-nêvê kirin.

Aliyê BDP-yê jî diyar kirin ko ew rêz û îhtirameke mezin bo helwesta siyasî ya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî digirin.

Her piştî vê hevdîtinê, hevserokên BDP-yê Gultan Kişanak û Selahattîn Demirtaşî xwarinek ya şîvê dan şandeya Partiya Demokrat ya Kurdistanê, misyonên dîplomatîk û mêvanên biyanî yên ko beşdarî protokola kongreya BDP-yê bûyîn.

Ne tenê ji başûrê Kurdistanê ji Kurdistana Suriyeya û Îranê jî nûnerên partiyên kurd û ji dehan zêdetir misiyonên dîplomatîk di kombûna digel xwarinê de amde bûn.

Doktor Kemal Kerkukî di kombûna digel xwarînê de axaftinek bo misyonên dîplomatîk û beşdaran kir. Kerkukî di axaftina xwe de rewşa kurdan ya bo parastina mafê wan raberî ber çavan kir û got:

“Di dema rejîma dirende ya Saddamî de jî, ti caran kurd ne tayên şerî bûn, hertim bo Iraqê û Kurdistanê pêkanîna sîstemeka demokratîk diparastin. Ger Iraqê bi şer kurd mecbûrî sîlahan nekiriya, kurdan ti caran wekî riyek ya çareseriyê riya serî li riya şer nedan.”

Kerkukî balkêşa ser propagandeya reşkirinê ya ko di wextê xwe de rêjîma ba’esî di heqê kurdan de dikir û got: “Paşê li hemî dinê diyarbû ko, kurdan ti caran wekî prensîp şer û tûndûtîjî neparastiye û hertim alîgirê diyalog û aştiyê bûne”.

Wî got: “Bi saya serê vê siyaseta aştiyane ya nemir Mele Mistafa Barzanî îro bi şêweyekê demokratîk û pêşeketî sîstemeke fedaral li Kurdistanê Iraqê pêk hatiye. Di encama îstikar û pêkanîn bingeheke demokratîk ya tecribeya sîstema federalî ya Kurdistanê de, êdî ji bo Tirkiyeyê jî diyar bûye ko kurd mileteke aştîxwazin. Li ser vî bingehî peywendiyên Tirkiye û başûrê Kurdistanê her diçe ber bi başiyê ve diçin.”

Rêzdar Kerkukî got “Wekî kurd li her çar parçeyên Kurdistanê em kurd hemî birayê hev in. Derdê me yek e, lê divê em bizanin ko riya çarseriyê tenha riya aştiyane û diyalogê ye. Wekî Partiya Demokrata Kurdistan em piştgiriya vê riyê dikin”

Wî got: “Li bakurê Kurdistanê jî divê brayên me yên kurd ji bo çareseriya mafên xwe yên yasayî,hiquqî û siyasî riya aştiyê û diyalogê biparêzin. Wekî Partiya Demokrata Kurdistanê em dê hertim bi riya aştî û diyalogê piştgiriya mafên birayên xwe yên parçeyên dî bikin.”
Top