• Friday, 21 June 2024
logo

Alî Yerlîkaya : Li Tirkiyeyê 4 mılyon û 474 hezar û 250 koçber hene

Alî Yerlîkaya : Li Tirkiyeyê 4 mılyon û 474 hezar û 250 koçber hene

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya da zanîn, hejmara koçberan li Tirkiyeyê 4 milyon û 474 hezar û 250 kes e.

Yerlîkaya li Enqereyê li Navenda Hevahengiya Rewşên Lezgîn û Ewlekariyê (GAMER) da zanîn, niha li Tirkiyeyê 4 milyon û 474 hezar û 250 koçber hene, hijmara Sûriyên di bin parastina demkî de ne, 3 milyon û 114 hezar û 99 kes e, hijmara biyaniyên di asta navneteweyî de bin parastinê de ne, 1 milyon û 125 hezar û 623 kes e.

Yerlîkaya da zanîn, wan di nava salekê de rê li ber derbasbûna 194 hezar û 450 koçberên neyasayayî ji Tirkiyeyê girtine û 141 hezar û 187 koçber jî hatine dersînorkirin.

Wezîrê Karên Navxweyî da zanîn, di nava salekê de 103 hezar û 45 Sûrî bi dilê xwe vegeriyane welatê xwe û bi vê yekê hejmara Sûriyên ku ji sala 2016an ve bi dilê xwe vegeriyan, gihiştiye 658 hezar û 463 kesan.

 

K24

Top