• Saturday, 24 August 2024
logo

Çend aliyên siyasî rûniştina Civata Parêzgeha Kerkûkê boykot dikin

Gulan Media August 24, 2024 Nûçe
Çend aliyên siyasî rûniştina Civata Parêzgeha Kerkûkê boykot dikin

 Li ser daxwaza Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê, biyar e sibe rûniştna civata wê parêzgeha bi rê ve biçe, tevaya hêzên Kerkûkê jî hatine vexwandin ku tevlî wê rûniştinê bibin. Berî ku ew rûniştin bê kirin, firaksiyonên Bereyê Tirkmenî û Hevpeymaniya Erebî li Kerkûkê red dikin ku tevlî wê rûniştinê bibin û wekî rûniştineke neqanûnî binav dikin.

Piştî ku li roja 10.08.2024ê bê tevlîbûna PDK, Bereyê Tirkmenî û hejmareke endamên Ereb ên Civata Parêzgeha Kerkûkê li Bexdayê, Parêzgerê Kerkûkê ji bo YNKê û Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê jî ji bo Ereban hatin hilbijartin, 19 post ji bo Tirkmenan jî hatin destnîşankirin, lê Tirkmen red dikin ku wan postan werbigirin û rûniştina hotela Reşîdê nedestûrî û neqanûnî dihesibînin.

Ev di demekê de ye ku biryar e sibe, (Şemî, 24.08.2024) li ser daxwaza Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê Mihemed Hafiz, Civata Parêzgeha Kerkûkê ji bo danûstandinên li ser çend pirsan bicive, lê Bereyê Tirkmenî û Partiya Siyadeyê ya Suneyan biryara boykotkirina wê rûniştinê daye. Heta niha PDKê jî bi awayekî fermî yekalî nekiriye ka tevlî wê rûniştinê dibe an na.

Bereyê Tirkmenî yê Îraqê di derheqa rûniştina Civata Parêzgeha Kerkûkê de eşkere kiriye, ji bo Serokatiya Civata Parêzgehê tekez dikin, aliyê rêpêdayî ji bo pêşkêşkirina navên kandîdan firaksiyon in û niha skalayeke wan li dadgehê ye, lewma nabe pêngavekê berî derkeftina biryara yekalîker a dadgehê biavêjin. Ew roja ji bo wê rûniştinê hatiye diyarkirin bêhnvedana fermî ye û ew dixwazin wan binpêkirinan temam bikin ên ku li hotela Reşîdê dest pê kiribûn.

Partiya Siyadeyê jî helwesta xwe li ser rûniştina sibe ya Civata Parêzgeha Kerkûkê eşkere kiriye û dibêje, bi liberçavwergirtina wan lihevkirinên siyasî yên hejmareke hevparên wan li wê parêzgehê kirine û tê de pêkhateya Ereb hatiye piştguhxistin, biryar daye wê rûniştina civatê piştguh bixin. Tekezê jî dike ku qet bi piştguhxistinê razî nabin, lewma bi rêya boykotê red dikin ku itîrafê bi rewatiya pêkanîna îdareya parêzgehê û civata parêzgehê bikin.

 

K24

Top