• Saturday, 24 August 2024
logo

DEM Partî: Dixwazin sûcên şer ên li herêmê veşêrin

Gulan Media August 24, 2024 Nûçe
DEM Partî: Dixwazin sûcên şer ên li herêmê veşêrin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê derbarê êrîşa li bajarê Silêmaniyê  yê Herêma Kurdistanê de got bi êrîşên vî awayî dixwazin sûcên şerê wê derê bê veşartin.

Tirkiyeyê li herêma Seyidsadiqê ya Silêmaniyê otomobîlek bombeberan kir.

Di encama wê bombebaranê de 2 rojnamegerên STÊRK TVyê canê xwe ji dest da û 6 rojnameger jî birîndar bûn.

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li ser kuştina 2 rojnamegerên jin ên li Silêmaniyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

“Hedefgirtina rojnamegeran êrişeke bi zanebûn û rêxistinkirî ye”

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Pênûsa rojnamegerên jin ên Kurd û xebatkarên çapemeniya azad dê li erdê nemîne

Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federal a Kurdistanê ji ber êrişa li dijî wesayîta rojnamegeran rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan. Di êrişê de gelek rojnameger jî birîndar bûne.

Em baş dizanin ku hedefgirtina rojnamegeran êrişeke bi zanebûn û rêxistinkirî ye.

Bi hedefgirtina rojnamegerên jin ên ku êrişên li ser gelê Kurd û jinên Herêma Federal a Kurdistanê eşkera dikirin û dixistin rojevê, hat xwestin ku sûcên şer ên li herêmê tên kirin bên veşartin.

Bi van êrişan tê xwestin ku pêşî li bertekên navneteweyî yên li hemberî polîtîkayên dagirkirinê bê girtin.

Ev êrişên li dijî gelê Kurd, destkeftiyên gelê Kurd û têkoşîna azadiyê, beriya niha jî ji aliyê ajan û hêzên paramîlîter ve hatibûn kirin.

“Em destûrê nadin ku sûcên şer bi komkujiyên sivîlan bên nixumandin”

Di encama êrişên bi vî awayî de rêhevala me rojnamevan Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê hatibû qetilkirin.

Hêzên emperyal û pêkhateyên paramîlîter ên ku van êrişan pêk tînin, dê nikaribin têkoşîna gelê Kurd, têkoşîna jinan û rojnamegerên jin sist bikin.

Em destûrê nadin ku sûcên şer bi komkujiyên sivîlan bên nixumandin.

Divê rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê demildest li ser vê qetlîama sivîl daxuyaniyekê bide.

Divê bê aşkerakirin ka hêzên tarî yên li pişt vê komkujiya sivîl kî ne û hesab ji wan bê pirsîn.

Hekena ew berpirs û hevparê vê komkujiyê ne.

Çawa ku em li ku derê bin em rêhevala xwe ya rojnameger Nagîhan bi fikr û raman, nivîs û têkoşîna wê zindî dihêlin, em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna rêhevalên xwe Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jî zindî bihêlin.

Pênûsa jinên Kurd ên rojnameger û kedkarên çapemeniya azad dê li erdê nemîne."

 

Rudaw

Top