Li parêzgeheke Iraqê jinekî hevjînê xwe kuşt
Li parêzgeha Wasit jinekî hevjînê xwe bi kêrê kuştiye, ji ber ku hevjînê xwe xwestiye jineke Sûrî re bizewice, ji ber wê sedemê jî dadgehê biryara darvekirinê ji bo wê jinê derxistiye.
Îro 18.08.2024 dadgeha tawanan ya parêzgeha Wasit a Iraqê, ji ber tawana kuştina hevjînê xwe, biryara darvekirinê ji bo jinekî derxistiye
li gor biryarê jî, wê jinê ji tawana xwe mikur hatiye ku hevjînê xwe bi kêrê kuştiye.
Dadgehê di biryarnameya xwe de ku axaftinên wê jinê daniye û sedema kuştina zilamê wê bo wê nîşanda ye ku hevjînê wê jinê xwestiye li gel jineke Sûrî bizewice.