Efserekî payebilindê Iraqê li mala xwe de hat kuştin
Efserekî artêşa Iraqê yê bi payeya Eqîd di mala xwe de hat kuştin û polîsê Bexdayê jî ragehand, bûyer ji ber pirsgirêkekî civakî pêkhatiye.
Îro 23.08.2024ê fermandariya polîsê Bexdayê daxuyaniyek belav kir û diyar kir efserê bi payeya Eqîd li mala xwe de hatiye kuştin û demildest lêkolîna li ser bûyerê destpê kiriye.
Herwaha hat ragehandin di lêkolînê de derketiye ku tometbar peywendiya wî li gel hevjîna kesê ku hatiye kuştin hebûye, ango pirsgirêkekî civakî ye û bi rêya kamerayên çavdêriyê ve aşkera bûye ku tometbar gule li wî efserî berdane.
Hat gotin kesê ku hatiye kuştin di artêşa Iraqê efser bûye.
Basnews