• Saturday, 24 August 2024
logo

Li Colemêrgê rêjeya dawetan ji sedî 300 zêde bûye

Gulan Media August 23, 2024 Civakî
Li Colemêrgê rêjeya dawetan ji sedî 300 zêde bûye

 Îsal li parêzgeha Colemergê ya Bakure Kurdistanê dawet gelek zede bûne û wisa bûye ku êdî di nava hefteyê de jî dawet têne kirin.

Ango rêje ji sedi 300 zêde bûye û bûk û zava beriya destpêkirina daweta xwe diçin taxake xweşik a wi bajarî ku bixwe wekî studyoyeke xwezayî ye û dimenên xweşiya xwe lê tomar dikin.

Ji ber zêdebûna dawetan, hejmara zêrîngirên wî bajarî jî zêde bûye û ew dibêjin, êdî ew di ber xelkê re nagihin zêran bifiroşin.

Salane bi sedan bûk û zava berê xwe didin Taxa Pîrûdanê ya Colemerge û dimenên dilxweşiya xwe lê digirin.

Pîrûdan serdemekê baxê Mirê Hekariyan bûye ku bêhna xwe lê vedida.

Dîmenên xweşik wên wî cihî bala wan keç û xortan ji dikişîne ku dixwazin bizewicin.

Di nava hefteyê de jî dawet tên kirin

Salên derbasbûyî li Colemêrgê di dawiya hefteyê de dawet dihatin kirin le niha ew rêje ji sedî 300 zede bûye û di nava hefteyê de jî dawet tên kirin.

Dawet jî di demekê de tên kirin Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya enflasyone gelekî bilind e û ji bo her dawetekê pereyeke zêde pêwîst e.

Mesrefa dawetekê nêzîkî 30 hezar dolarî ye

Niha li sînorê Colemêrgê ji bo daweteke asayî heri kem milyonek lîre pêwîst e ku ev ji dike nêzîkî 30 hezar dolarên Amerîkî.

Ji bo zêr 400.000 lîre, ji bo xwarin û vexwarin  400.000 lîre û  ji bo têçûyên din  200.000 lîre pêwîst e.

Her çend hejmara dawetan zêde bûye jî çûna dawetan teçûyeke zêde jê dixwaze.

Xelk ji dawetan namîne û dixwaze kevneşopiya wan her berdewam bibe.

Li Colemêrgê û hinek bajarên din ên Kurdan girîngiyeke zede bi zêran tê dayîn û bi kîloyan bi bûkan ve tên kirin.

Niha grama zêr gihiştiye 2 hezar û 800 lîreyan lê xelk dixwaze di dawetên xwe de bi rêjeyeke zêde bi bûkên xwe ve bikin.

Zêrîngerên devere dibêjin di van salên derbasbûyî de ji ber zêdebûna jejmara dawetan, hejmara zêrîngiran jî zêde bûye û gelek caran ew pê re nagihîn ku zêran bidin xwediyên dawetan.

Lixwekirina cilûbergên Kurdî zêde bûye

Yek ji diyardeyên ku di van salên dawiyê de li bajarên Kurdan zêde xwe daye pêş lixwekirina cilûbergên Kurdî ye.

Xelkê herêmê û mêvanên ku ji derve jî tênc cilên Kurdî li xwe dikin.

Her çend dema dawetan hatiye kemkirin û mesrefên wan zêde bûne jî  xelk dixwaze çanda wan a dawetan her berdewam bibe û wekî mirateyeke pîroz a bav û kalên wan her bimîne.

 

Rudaw

Top