MHP ji ber Barzanî tevlî kongreya AKPê nebû
![MHP ji ber Barzanî tevlî kongreya AKPê nebû](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/banners_opozisyon_364679198.jpg )
MHPê bi daxuyaniyekê nivîskî diyar kir ku biryar girtine nûnerê xwe neşînin 4. kongreya AKPê. Di daxuyaniya nivîskî ya MHPê de wiha tê gotin: “Hatibû ragihandin ku wê ji partiya me alîgirên serokê giştî yê partiyê Dr. Ruhsar Demirel û Prof. Dr. Mewlûd Karakaya beşdar bibin. Beriya niha bi rêya ragihandinê kesek wekî 'mêvanê rûmetê' hatibû teqdîmkirin. Piştî teyîdkirina vê yekê, nûneriya wî ya di lijneya giştî ya partiya me de, hat betalkirin.”
CHPê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku beşdarî kongreya AKPê nabin. Cîgirê serokê giştî yê CHPê Ednan Keskîn û Gulseren Onanç diyar kirin ku bi bihaneya ‘ambargo danîne ser çapemeniyê’ tevlî kongreya AKPê nabin. Keskîn bilêv kir ku ew nabin parçeyek ji sûcê AKPê.
Duh parlamenterê BDPê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî jî ji Rûdawê re got, “Em ne ji bo kongreya AKPê hatine vexwendin û ne jî beşdar dibin.”
Rudaw