• Friday, 26 April 2024
logo

Seroka Fînlandayê beşdarî govenda kurdî bû

Gulan Media September 4, 2010 Corane
Seroka Fînlandayê beşdarî govenda kurdî bû
Tarya Halonen Serokomara Fînlandayê bi hevaltiya şandekê li bajarê Mari Hamen beşdarî merasîma govenda kurdî bû û dest bi govendê kir.
Li gor malpera “kurdistanukurd” roja pêncşemiyê civata çandî ya Olendayê li bajarê Mari Hamen civînek bi beşdariya Serokomara Fînlandayê pêkanî, di civînê de jin û zilamên kurd 3 awayê govenda kurdî pêşkêş kirin.
Di berdewamiya govenda kurdî de li ser daxwaza jinek kurd Serokomara Fînlandayê û hevjînê wê dest avêtin dîlanê û di govenda kurdî de beşdar bûn.
Beşdariya Haloven di lîstika kurdî de di nav ragihandina Olandayê de dengvedanek zor hebû û “TV 24” ya vê herêmê heya temambûna programan, beşdariya Serok komara Fînlandayê di govenda kurdî de nîşan da.
Hêjayî gotinê ye ku Fînland welatiek federatîv e û Olanda herêmeke vî welatî ye ku hejmarek zor a kurdên her 4 parçên Kurdistanê bi taybet kurdên Rojhilat têde dijîn.
Jêder: kurdistanukurd
Top