• Friday, 26 April 2024
logo

Li Herêma Kurdistana Federal kovara "Leyla Qasim - Leyla Zan"

Gulan Media September 2, 2010 Corane
Li Herêma Kurdistana Federal kovara
Yekemîn hêjmara Kovara "Leyla Qasim-Leyla Zana" a ji aliyê jinan ve tê amadekirin dê di meha pêş de li Herêma Kurdistana Federal bigêje destê xwendekarên xwe. Xwedî û Edîtorê Kovarê Mumtaz Heyderî diyar kir ku ji ber kowarên li başûr di derbarê xebata jinan de tune ne, biryar da ku vê kovarê çap bikin.
Li Herêma Kurdistana Federal, amadekariya çapkirina kovara jinan a bi navê "Leyla Qasim-Leyla Zana" tê amadekirin. Xwedî û Edîtorê Kovara "Leyla Qasim- Leyla Zana" Mûmtaz Heyderî, der barê kovara ku di mehê pêş de biweşîne diyar kir ku heta niha kovarên li ser mijara jinê tune bû û ji ber vê yekê biryar daye ku bi kurdî û erebî kovara jinan çap bikin. Heyderî anî ziman ku serî lî Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê kiriye û fermiyeta kowara bi navê 'Leyla Qasim- Leyla Zana' girtiye. Heyderî, anî ziman ku di rojên pêş de dê hejmara yekem bigêje destê xwendevanên xwe. Heyderî, daxuyand ku di kowarê de wê gelek babet û mijarên cidî werin bilav kirin.

Heyderî, destnîşan kir ku li herêmê gelek rojname, kowar û weşanên bi kurdî û erebî tên çapkirin lê li ser mijar û pirsgirêkên jinan kovar nayên çapkirin. Heyderî, bilêv kir ku ew dixwaze bi zanistî û li ser mijara jinan a esasî raweste û li gorî pirsgirêk û daxwazên wan weşanekê bike. Heyderî, anî ziman ku ew dê li gorî dîrok û felsefeya jinan lêkolîn bike û di vê çarçoveyê de kovarê çap bike. Heyderî, bal kişand ser Kovara "Leyla Qasim- Leyla Zana" û wiha got: "Ev kovar yekemîn kovara Kultûrî- Zanistî- Civakî ye. Em dê bi vê kovarê hemû aliyên jinan derxin pêş. Kovar dê ji çar mehan carekê bê çapkirin.

Xwediyê Kovarê Heydarî, sedema navnana kowarê jî wiha bilêv kir: " Min biryar girt kowar bi navê 'Leyla Qasim- Leyla Zana' çap bikim. Ji ber ku herdû nav, nava dû keçên şoreşgerên kurd in. Leyla Qasim ji başûr û Leyla Zana jî ji bakûr bi xebatên xweyî şoreşgerî dû parçeyên Kurdistanê anîne cem hev. Leyla Qasim şehîd ket û niha jî Leyla Zana jiyan dike! Ez di derbarê qedexeya siyasetê liser Zana de dibêjim Tirk naxwzin tiştekê f'êm bikin. Tenê nejadperistiyê fêm dikin."
Jêder: Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê
Top