• Thursday, 25 April 2024
logo

Di 6 mehan de Li Kurdistanê 22845 kes zewicîne

Gulan Media August 19, 2010 Corane
Di 6 mehan de Li Kurdistanê 22845 kes zewicîne
Di şeş mehên yekê yên îsal de 22845 prosesa marebirîn û zewacê li navçeyên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê li dadgehan hatine tomarkirin û 2946 haletên cihêbûnê yên bi sedemên cor bi cor hatine tomarkirin.
Di herdu haletan de jî parêzgeha Hewlêrê li pêş e ku li Hewlêrê 8330 haletên marebirîn û 1138 haletên cihêbûnê hatine tomarkirin.
Di amareke Ragihandina Civata Dadweriya Kurdistanê de, rêjeya zewac û cihêbûn û jinanîna duyê di maweya 6 mehên îsal de hate ragihandin.
Li gor vê amarê di vê maweyê de 135 zilaman jina duyê anîne û tenê 91 halet li navçeya Germiyanê hatine tomarkirin.
Her weha li gor vê amarê sala borî 28302 haletên marebirîn,4237 cihêbûn û 288 haletên jinanîna duyê li dadgehên Kurdistanê hatine tomarkirin.Jêder: PUKmedia
Top