• Friday, 26 April 2024
logo

Jineka kurda Mehabadê hilkişiya serê çiyayê Hîmalayayê

Gulan Media August 18, 2010 Corane
Jineka kurda Mehabadê hilkişiya serê çiyayê Hîmalayayê
Beyane Fazîlî kurda bajarê Mehabadê li rojhelata Kurdistanê û jîyê wê 23 salin wekî jina kurd ya yekem hilkişiya serê bilindahiyên çiyayê Hîmalayayê û piştî vê biserketina wê ya mezin ew li Mehabadê bi coş û germî hat pêşwazî kirin.
Li gor Rûdawê, Beyane Fazilî daniştvana bajarê Mehabadê ye û ji malbateke sporcî ji dayîkê bûye. Beyane endama Civata Alîgirên Oraz ya Mehabadê ye. Civata Oraz li ser navê çiyahilkêşê navdar yê Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Oraz hatiye ava kirin ku navborî sala 2003-ê li çiyayê Hîmalayayê jiyana xwe ji dest da.
Ev 8 sal in ko Beyane Fazilî spora çiyahilkêşiyê dike û ev çar sal in ku bi awayekî pîşeyî vê sporê dike. Beyane 18-ê tîrmeha 2010-ê digel grubeke dî ya çiyahilkêşan bu Hîmalayayê hat şandin û karî bigihe bilindahiya Nan Pick ya ko 7 hezar û 135 metreyan bilind e.
Top