Terorîstên DAIŞê ji aliyekî ve gefin û ji aliyekî din ve derfetin ji bo Kurdistanê
Profîsor Yost Hîlterman, çavdêr û rêveberê pirogram û çalakiyên giropên kirêzên nêvdewletî ye li cîhanê, herwiha serpereştiya rêxistina pilana stratîjî ji bo wê piroseyê dike, ji bo axaftin li ser diyardeya terorîstên DAIŞê û serketinên vê dawiyê a hêza pêşmerge, me çend pirsyar jê kirin, wî jî li şûna bersiva pirsyarên Gulan, ev gotare ji me re şand, em jî di gel sipasiyê belavdikin.Profîsor Yost Hîlterman, çavdêr û rêveberê pirogram û çalakiyên giropên kirêzên nêvdewletî ye li cîhanê, herwiha serpereştiya rêxistina pilana stratîjî ji bo wê piroseyê dike, ji bo axaftin li ser diyardeya terorîstên DAIŞê û serketinên vê dawiyê a hêza pêşmerge, me çend pirsyar jê kirin, wî jî li şûna bersiva pirsyarên Gulan, ev gotare ji me re şand, em jî di gel sipasiyê belavdikin.
Ew şerê bi DAIŞê re tê kirin du rehind hene, rehindekî lokalî û rehindekî nêvdewletî. Emerîka û hevpeymanên wê dixwazin DAIŞê sinûrdar bikin û bi paşvexin û heger bikarin bişkênin, ji ber ku tirsa wan ji perçebûna Îraqê heye, herwiha tirsa wan ji wê yekê jî heye ku şerkerên cîhadî vegerin welatên Rojava û êrîşên terorîstî encam bidin. Lewra Emerîka û hevpeymanên wê pêwîstiya wan bi karkirina bi karekterên lokalî re heye, wek gardî herêmî (Pêşmerge) ser bi hukumeta herêma Kurdistan in, mîlîşiyayên Şîe, Suneyan û yekeyên zîrevanên nîştimanî daku hevkariya wan bikin di şerê DAIŞê de, çûnkî ew dizanin ku ew nikarin tenê bi rêya êrîşên esmanî vî karî encam bidin, lê ev karekterên lokalî jî di hemberê de daxwaza hêzên nêvdewletî dikin ji bo:
Bergirîkirin ji navçeyên xwe.
Berdewamî dan bi ecîndayên siyasiyên xwe, herwiha ew ecîndayên pêwendî bi axê ve heye, bo nimûne Herêma Kurdistanê dixwaze piştevaniya nêvdewletî ji bo Herêma Kurdistanê biparêze û herwiha kontrola navçeyên nakokî li ser bike, ev jî dibe sedema ku kontrolkirina van navçeyan ji aliyê Herêma Kurdistanê ve rewatiyeke nêvdewletî a domdirêj hebe, lewra û di vê çarçovê de hatina DAIŞ di demekê de gefên wê yên leşkerî eşkerene di heman dem de derfete jî ji bo Herêma Kurdistanê.
Dibe em heman tişt di derbarê karekterên lokaliyên din yên Îraqê de jî bêjin.
Texmîna min ew e ku di demekê de Emerîka û hevpeymanên wê germin ji bo parastina Herêma Kurdistanê, Bexdad hum li hember pêşrewiyên zêdetir yên DAIŞê dilgirane û hum ji bihêzkirina karekterên lokalî jî dilgirane, wek Sopayê Herêma Kurdistanê, yan Mîlîşiyayên Şîe, ku deshelatê xwe ji bo demekee dûr li navçeyên xwe dirêj bikin.
Bêgoman beşek ji sedemên serketina DAIŞê vedigere bo nerazîbûna siniyan, yek ji wan pêktê ji çawaniya helsokewtkirin ligel wan di dehsala bûrî de, a din jî pêktê ji kontrolkirina navçeyên nakokî li ser ji aliyê Herêma Kurdistanê ve ku rûniştvanên wê têkelin û di nav de êlên erebî, lewra gereke ev kêşe ji aliyê siyasî ve were çareserkirin, ne ji aliyê serbazî ve, ev heger em bixwazin aştiyeke domdirêj li Îraqê peydabibe.
Rêveberê Giropa Qeyranên Nêvdewletî