• Thursday, 26 December 2024
logo

107 salî ye, qiloçê wê çêbû

Gulan Media October 31, 2024 Corane
107 salî ye, qiloçê wê çêbû

Li herêma Guangdongê ya Çînê li ser eniya jineke 107 salî qiloçekî 10 santîman dirêj derket.

Xelkê cihî qiloçê Chenê wekî nîşaneya emirê dirêj dinirxîne.

Hat teşxîskirin ku Chen gelekî tûşî tavê maye û ev “qiloçê çermî” ji ber wê çêbûye.

Li hêla din hat zanîn ku tenduristiya Chenê baş e.

Divê were gotin ku ev rewş li ser tenduristiyê xetereyeke mezin çênake lê ji ber ku rîska penceşêrê dihewîne divê bi awayekî tekûz were kontrolkirin.

Beriya niha jî li herêma Sichuanê ya Çînê li ser eniya jineke bi navê Liang Xiuzhen strihek çêbûbû.

Qiloçê Liang Xiuzhenê 13 santîman dirêj bû û bijîşkan ew wekî “tumoreke çermî ya ku dişibe qiloçan” pênase kiribû.

 

Rudaw

Top