• Friday, 03 May 2024
logo

Taku îslam negihe desthilatê

Taku îslam negihe desthilatê
Guhartin di her demekê re tête xwestin, ti behane nînin ji bo neguhartinê û ladana ji çaksaziyê. Lê kesên dibêjin ku wext ne guncaw e ji bo guhartin ew ji guhartinê ditirsin, lê divê em li ber guhartinê bisekinin û bizanibin ew berev başiyê ye yan berev xerabiyê? Di dîrokê de gelek mînak hene ku jiyan berev paş dibin. Wek: guhartina sîstemeke sêkularî bi sîstemeke olî, ew guhartineke berev paş e. Di aloziyên aborî û civakî de civak rizgariya xwe di çareseriya olî de dibîne û merc nîne her biryareke civakê di aloziyan de rast be.

Nimûneyeke hinekî kevin heye, guhartina sîstema şahnişîn li Îranê bi sîstemeke olî û nimûneyeke nêzîk ketina sîstema Misrê û nêzîkbûna Îxwanan ji desthilatê, bêguman dema dibêjin ol û ayîn çi ferq di navbera olan de nîne li dawiyê her ol e û rêgir e li ber pêşvebirina guhartinan.

Li Yemenê dijbereya ku hîn negihîştiye desthilatê berî çend rojan zimanê helbestvanekî birrî. Birîna ziman û destan cezayeke kevin a desthilatê ye û her wiha ew nerêteke ayînê ye, lewma eger îsalm bigihe desthilatê dê rê li ber guhartinan bigire û dê jiyanê felc bike.

Li Kurdistanê jî tirs ne tenê ji destên derve ye, lê her wiha tirs ji gihandina îslamê bo desthilatê heye, wê demê doza kurd dê winda bibe û li ber çavan namîne. Bêguman tirs ne ji xelkê îslam e, ku hejmara wan ji sedî 10 derbaz nake, lê tirs ji veguhertina kolanê ye ku dê rê li ber ji sedî 10 veke bo desthilatê û bi taybet dema dijbereyeke sêkularî li Herêma Kurdistanê tunebe.

Berî çend salan digel çend hevalan me serdana Newşîrwan Mistefa kir, min jê re got karê we rê li ber îslamê xweş dike ku bigihete desthilatê, wî got bila bigihe desthilatê û di vê dema dawî de got “ayîn” yek ji prensîpên min yên serekî ye. Li ba kurdan siyasetê new bav û ne dêk heye û ez nikarim bêjim ku Newşîrwan ne rastgo ye di axaftina xwe de.

Kêşe di navçeya me de, di siyasetê de jîrbêjî û rastgoyî ye nîne, lewma rê li ber îslamê xweş dibe berev desthilatê û metirsiya li Kurdistanê ji vê dest pê dike. Di sala 1995ê de min Elî Bapîr dît mîrê cemeta îslamî li Herêma Kurdistanê, min jê re got, “kêşe dema hûn digihin desthilatê hûn demokrasiyê nerê dikin” û wî bersiv da min got, “Demokrasî azadî ye û azadî li ba me em demokrasiyê red bikin”. Mirov azad bi bîr û baweriyên xwe lê kêşe ev serkirde ne û metirsî ku tiştek di destê wan de hebe, çunku îslam rêya jiyana serdemiyane digire.

Bêguman em nikarin bêdadî û qurîtiya rejîmên li navçeyê înkar bikin. Çi hêvî di wan de nîne û ji dehan salan de wan çi gavek neavêjtiye û zindan tijî ne bi dijbereyên wan û wan hemû samanên welêt qorix kirine. Ragihandin jî ji dêvla ew rêkê ronî bike û dengê xwe bilind bike, ew çavan kor dike û guhan ker dike, welat jî di bin herî û ariya paşketina aborî û civakî de ma ye.

Ev rewşên han hemû pêdivî bi guhartinê hene. Lê guhartina pêwîst, guhartineke ji bo derketina ji rewşa xerab ne bo ketina rewşeke xerabtir bi cilên nû. Baştir e, ji ol û ayînê re ji siyaset û lîstikên dinyayê dûr bikeve, demek dûr naçe ku ayîn digihe desthilatê wê têk dide û genî dike ku civakê neçar dike doza guhartinê bike. Ev jî bivênevê ayînê lekedar dike. Divê oldarên dilsoz bizanibin ku nûxwaz ne li dijî ayînê ne, lê berevajî siyasetmedaran ew rêzeke mezin ji ayînê re digirin. Lewma ez dibêjim guhartin ne bi gihandina îslamê bo desthilatê ye, lê guhartina ku desthilata di destê wan de ye jî jê were standin.

(AKnews)
Top