Çima Hewlêr ranapere?
April 1, 2011
Gotar û Nerîn
Lê Hewlêr bajarekî bi şer û milmilaneyên navxweyî daxkirî bû. Ji bo xatirê evî û ewî naçe û nahê ku careke din bajar bibe meydana hevrikiyê û paşê hemû dest jê berdin û birevin. Di şerê navxwe de, ji bilî ew kesên jiyana xwe ji dest dan, bp çendîn sal jiyan li vî bajarî rawestiya. Çendîn avahiyên ku ji bînî de hatin wêrankirin, azayî û helwesta wan ku nahêlin careke din ew dubare bibe.
Ji bilî tiştê serhatî, Hewlêrê gelek pêşkeftin bi dest xwe ve aniye. Ka em behsa wan pêşkeftinan bikin ku xelkê xwedanê wan e ne ên dam û dezgehên mîrî û dewletê û bazirganiyê. Bi dehan hezar xanûberên nû û xweşik têne ber çavan, bêguman ew ne yê berpirsên partî ne, yên xelkê ne. jimareya otomobîlan ji 40 hezarî gihişte 440 hezarî, bêguman ew hemû ne yê berpirsên partî ne, yên xelkê ne. Li xwaringeh, restûrant, mol û bajêr de cih nîne tu bimeşî, bêguman ew hemû ne berpirsên partî ne, ew nişteciyên bajêr in. Kî ye ew ê van avedaniyê giştikî bi lotikeke vî û wî ji dest xwe bide. Li cihên din jî ev tişt hatine kirin û yê girîng qedir bête girtin wek Hewlêrê.
Kesî negotiye ku Hewlêrê gazin û giliyên wê nînin. Giliyên wan pir in û gazinên wê jî ji sertapêyê desthilata kurdî ne, her berdewam jî daxwaza başkirina rewşa xwe dikin. Lê ev cuda ye ji bernameya siyasî ya vî û wî ku dixwazin ji xwe re pê bikenin û bikişînin nav şerekî çi têkeliya wî bi jiyana wan re nîne. Ber dergehê Seraya Silêmaniyê çi pêwendiyeke wê bi daxwazên xelkê Hewlêrê re nîne heta ku Hewlêr bi hawara wê biçe û pişta wan bigire. Bi baweriya min desthilata Kurdistanê û medyaya kurdî zêdegaviya bêwate dike ku dibêje daxwazên evan cihê rêzê guhlêdanê ye. Kîjan daxwazî? Ev zêdetirî du mehan e me çi daxwazî nebihîst. Li ber dergehê Seraya Silêmaniyê kêmîneyek bi ser dijbereyê (mûxalefetê) ve heye baweriya wan bi hilbijartinan nîne, xwe ji rûniştina bi desthilatê re vedidize, her wiha rewşenbîrên li ber wê dergehê nikarin lîsteyekê bi daxwaziyên xwe durist bikin û bixin ber destê desthilatê. Tenê teşqele û ajaweyek e û ne tiştekî din.
Ew rexneyan li desthilata Hewlêrê digirin ku wan rê nedaye ajaweya ber dergehê Serayê bigihe vî bajarî jî, rastexwe giliyan li partî dikin û bi diktator û rêgirê li ber demokrasiyê wesf dikin. Ev gotin ji bo serhildana xelkê sade bi kêr tên lê ji bo kesekî têgihiştî berevajî ye.
Asayiş û hemû dezgehên din yên ewlehiyê erkê wan ew e ku welêt biparêzin û eger ew karê xwe nekin divê guman li ser wan bihêne girtin. Dîsa vedigerim ser daxwazên gel ku nabe ew digel teşqele û ajaweyên vî û wî de têkel bibin: asayiş û polîs û her dezgeheke din ya ewlehiyê li Kurdistanê, erkê wan ne kêrç û sivkahiyê bi xelkê bikin lê berevajî erkê wan ku nehêlin ev yek bibe. Têkelkirina van jî wek polîs û diz e.
Dema ku ez van gotinan dinivîsim ji min re dibêjim peyayê desthilatê yan peyayê partî. Ew qet ne kêmasî ye eger ew gotin rast bin, bi tevî ku min ta niha çi gotin nenivîsiye ku ne bi bîr baweriya min be. Ez bi berevajî nivîskar û rewşenbîrên dijbereyê me ku hemû bi yek awazê dijenin ku ev jî nîşane xwe-windakirinê ye di nav çarçoveya giştî de û li dawî wek rewşenbîr namînin û dibin peyayên desthilatê ku ew jî dijbere ye, ez bi xwe diramim û dinivîsim. Lê ka em bihên ser peyayê desthilat, baş e eger min hemû jiyana xwe ji zarokatiyê de ji bo wê terxan kiribe ku kurd bibe desthilat, çira ez ê îro li dijê rawestim? Diyar e, min kêrç û tinaz bi xwe û temenê xwe dikir. Belê peyayê desthilata kurd im û bi şanazî peyayê polîs û asayişa Kurdistanê me. Bi şanazî xwe dijmêrim bi hilbijardeyê serokê Kurdistan û partî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Eger ez wiha nekim divê ez li xwe binêm ku raboriya min hemû şaş bû.
Bila em vegerin ser wê pirsê ku dibêje, Çima xelkê Hewlêrê ranapere? Lê ji bo çî raperîn? Divê ew berê bersiva vê bidin. Gelo hebûna hinek daxwazî bes in ta ku Hewlêr rapere û serokatiya herêmê text berde û bibe wek çîroka Bin Elî û Mûbarek? Ew 17 xalên ku Parlamentoya Kurdistanê biryar li ser da û xalên berî çend rojan serokê herêmê behsê kir û soz da ku cîbicî bike, eger hemû bi rêkûpêk di maweyê çend rojan de li ser bixebitin, rewş baş dibe û giliyên civakê kêm dibin. Ne dûr ku piştî wan jî hinek daxwazên vehûrîn bihêne cîbicîkirin û êdî zincîreya daxwaziyan li pey hev were, lê ya girîng ku em dikevin ser rêya çaksaziyê û fêr dibin ku netirsin ji guhartinê.
Berî çend rojan min xwend ku yek ji fîlozofên ber dergehê Seraya Silêmaniyê dibêje, “Serokê Herêmê, ne serokê Silêmaniyê ye, tenê serokê Hewlêr û Duhokê ye.” Spas ji bo vê rûqaîmiyê, min jî çaverê dikir wiha bêje. Ev bi xwe bersiva wan pirsan e: Çima Hewlêr ranapere? Xelkê Hewlêrê di hilbijartinên 2009ê de bi piranî deng da Lîsteya Kurdistanî, ji bo Serokatiya Herêmê deng da bi Mesûd Barzanî. Lê bila em bêjin niha ray û nêrîna wan hatiye guhartin û pişta xwepêşanderên ber dergehê Seraya Silêmanî digirin. Baş e berdêl çî ye? em karûbarên xwe bidin destê kê? Rêberê me kî be? Kêşe ev e, me hewlêriyan fîlozofên me nînin mixabin. Divê sedsalî din li ber dergehê Seraya Silêmanî bin ta fîlozofekî me peyda dibe.
(AKnews)