• Tuesday, 30 April 2024
logo

Kerkûk bo Kurdistanê (4)

Kerkûk bo Kurdistanê (4)
Di salên heştêyê de dema em ji Bexdayê vedigeriyan ku em digihîştin Hemrînê hestên xirbetiyê nediman weku em bigihijine mal. Em pê dihesiyan ku avûhewa û sirûşt hate guhartin û ji wir de Kurdistan dest pê dike. Hemrîn zincîreyeke çiyayî ye li başûrê Kerkûkê bi 100 km dikeve. Sînorên Kurdistanê jî ew e û ji wir de gund û jiyana kurdewarî dest pê dike. Şofêrên kurd yên li ser xeta Bexdayê kar dikirin, ku digihîştin wê herêmê û fersend bi dest wan diket qoçên keviran çê dikirin wek nîşaneyên sînorî. Ew şofêr wêrek bûn û jiyana xwe dixistin ber metirsiyê di demekê de ku rejîma Sedam di lûtkeya hêza xwe de bû.

Di wan rojan de, xebata ji bo Kerkûkê giştî bû, û kêşeya Kerkûkê kêşeya her kesî bû. Her welatiyekî kurd ji ber pirsa Kerkûkê ve xwe berpirs didît û her çî derfet hebû ji bo wê kar dikir. Di van rojên me de gelek hizir û hest hatin guhartin, gelek Kerkûkiyan spasiya xwe derbirîn ji ber nivîsên min yên li ser Kerkûkê, û dema ew dibêjin ku ji ber bajarê me ve dixebitî, ez qet wiha nafikirim ku ez xêra xwe li ser Kerkûkê binivîsim. Kerkûk xema min e û divê xema her kesî be. Gotina herî xweş jî li ser wî bajarî min bihîstî ya Mam Celal dema ku piştî serhildanê got, “Heta ku em dest ji Kerkûkê berdin, kurdên parçeyên din dest jê bernadin.” Ev dirust e, divê Kerkûk doza hemû kurdan be, û di wê demê de dirûşmeyek hebû ciwan ew digot, “yan Hemrîn yan mirin.”

Lê niha Kerkûk ne kêşeya kesekî ye, berî çend salan hejmarên kovara dezgeha me hemû nehatin firotan ne wek hejmarên berî wê, û dema me li sedemê pirsî gotin ji ber ku berga kovara taybet bû bi Kerkûkê. Rewşenbîr û welatiyên asayî û heta Kerkûkiyan jî û digel wan Mam Celal doza Kerkûkê ji kesekî tenê re hiştin ku ew jî Serok Mesûd Barzanî ye. Bêguman Barzanî bi vê berpirsiyê serbilind e, û ew kesê dawiyê ye ku dest ji Kerkûkê berde, lê dema bi hûrdekarî li pirsê dinêrim ez dibînim ku em bi şaşî jê ve nêzîk dibin. Sebaret Kerkûkê, divê berpirsyarî giştî be ne kesî be. Divê berpirsyarî civakî be ne tenê siyasî.

Di sala 1971ê sîstema Iraqê plangeriyek ji bo kuştina Îdrîs Barzanî danî (yek ji kurên jêhatî yê Mela Mistefa Barzanî), lê hat û plan bi ser neketin. Di sala 1973ê çend melayan û bi rênmayên Baas, beşdariya plangeriyekê kirin ku vê carê Barzanî bi xwe armanc bû, her wê carê jî bi ser neket. Pêşmergeyan got: “Ev dawî ye, rêya aştiyê bi Baas re nema” û ji Barzanî xwestin dest bi şer bikin, Barzanî got: “Ez dizanim ku em bi wan re nagihijin ti encaman, û şer dê dest pê bike, lê ez naxwazim şer ji bo min be yan ji bo kurê min, lê bila ji bo dozeke giştî wek Kerkûkê be.” Diyar bû di wê demê de ku Baas Kerkûkê nade û nahêle vegere ser Kurdistanê û wan ji bo destpêkirina şer dem dijmart. Di gotûbêjên piştî serhildana sala 1991ê, di navbera nûnerên Bereya Kurdistanî û Hikûmeta Iraqê de ku Tariq Ezîz û wê demê Cîgirê Sedam bû ji nûnerên kurd re got, “Kerkûk çû û hûn nikarin çi tiştî ji bo wê bikin, tenê hûn dikarin bi ser de bigirîn dema hûn ji Bexdayê vedigerin.”

Di sala 1974ê şer di navbera Hikûmeta Iraqê û Kurdan de dest pê kir û Rêkeftina 1970yî pûç bû. Û çîroka piştî wê her kes dizane, karesata têkçûna şoreşê û koça dawîn ya serkirdeyê wê û bêlayen salên heştêyî, hemû ji ber nedestberdariya kurdan ji Kerkûkê re hatin. kurd ji sertaserê Kurdistana Iraqê tevlî şoreşê bûn ji bo vegera Kerkûkê her wiha turkman û xrîstiyan jî, hemûyan jî dizanî ku Kerkûk sedem e. Kerkûk wê demê doz û xemeke giştî bû, divê niha jî wiha be yan jî, dê li ber bê biçe. Divê em kar bikin ku Kerkûkê bikin berpirsiyeke giştî ne tenê berpirsiya serokatiyê. Ez dizanim ku xewn û xeyala Serok Barzanî û gireya wî vegera Kerkûkê ye, lê aşkere ye ku xewneke giştî bi kesekî tenê pêk nahê.

Ji mînakan li ser Kerkûkê: Sala 1985ê min li Bexdayê xortek ji Kerkûkê nas kir, destgirtiya wî ji Hewlêrê bû, ew bi xwe gulfiroş bû û her 2 hefteyan carekê dihat Kerkûkê ji bo gulan ji dikana xwe re bikire. Piştî demekê ji min re hewal da ku ew û destgirtiya xwe ji hev bûn, çima? Divê Keç kutikê xwe yê nasnameyê ji Hewlêrê veguhêze bo Kerkûkê ev jî di wan rojan de ji kurdekî re neçar bû heta ku sedem hevsergîrî be. Plana Baas kurdan ji Kerkûkê der bike ne lê zêde bike. Wî xortî destgirtiya xwe berda, ez mat mam “Kerkûk ji berdila wî buhatir e” û ta niha duristî û têkoşîna wî xortî ji bîra min naçe. Min xwest mijarê tevdim lê wî rê neda, diyar bû wî êdî dest ji yara xwe berda bû.

Kurdan di dîroka xwe ya nû û kevin de tiştek nekiriye, her bextê wan bindestî û her binkeftin ta radeyekê ku mirov bi têkçûnê hîs dike. Niha ku ev gel ketiye rêya jiyana nûdemî, divê gavan bi paş ve nekişe û dîroka xwe ya nûjen ava bike. Eger Kerkûkê ne girîng be û nefta wê jî bê qîmet be, lê divê ew xwîna ku ji bo wê hatiye rijandin li ber lingan neçe û her wiha ev temenê ku ji bo wê winda bû. Xweseriyeke kurdan ew e ku bi lez dikelin û bi lez sar dibin, ev xûyeke êlane û eşîrtiyê ye ku pêşiya xwe tenê bi dûriyeke kurt dibîne. Gelek caran ez mixabinî dibêjim bîreweriya gelan nexşeya li ser kevirî ye bi hîç şêweyekê napişife, lê bîreweriya gelê min wek nexşeya li ser avê ku hîn bi serî nebûye ji nav diçe.
(AKnews)
Top