• Tuesday, 30 April 2024
logo

WikiLeaks bi yek fils

WikiLeaks bi yek fils
WikiLeaks li ser zimanê her kesekî li dinyayê ye. Ew ên ku di warê siyasetê de kar dikin, ev maweya çend meh e bi wê mijarê mijûl in ka ev bûyereke riswayî ye yan na? Piraniya xelkê bi riswayî lê temaşe dikin ji ber ku naveroka belgeyan piştrast dike ku balyoz û dîplomatên Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) berdewam bi karûbarên welatên dinyayê bi nehênî û penî mijûl in û raporan derbarê wan didin welatên xwe. Ev jî ji aliyê xelkê ve kêşeyeke rewiştî ye, ewiha dizanin ku balyoz kesekî diplomat e û mafê wî nîne ku çavdêriyê li karê wan welatan bike.

Zorbeya kesên ku babeta WikiLeaks dişopînin ewiha dizanin ku ev ji DYA kêşeyek e di warê pêwendiyên digel welatên din de. Bêguman ev bîr û hizirkirin ji tênegihiştinê tê yan jî ev nirxandin li pey mezin û terezûyê kevin hatiye pêçan. Agahiya wan ji guhartinên mezin ku li cîhanê di hemû waran de rû didin nîne, û rewişt, sinc û akar jî digel xwe de diguherîne. DYA wek çawa li cîhanê çavkaniya pêşkeftina aborî û biryara siyasî ye, xwedana biryara rewiştî û kulturî ye jî. Welatek bi vê radeyê xwedan hêz û desthilat be, naşê bi bi van bûyeran sil û belengaz bibe.

Em jî nikarin bi binaseyên rewiştî yên kevin li bûyerên serdemiyane temaşe bikin. Rewişt di navbera bêhêz û hêzdar de cîwaz e, DYAyê ya hêzdar rewişta wê heye ku em “rêzdar” jê tênagihin.

Rewişt û kultura serdemiyane li DYAyê dihêne berhemhênan û ji wir bi ser hemû cîhanê de dihête belavkirin. Bi vî rengî be, DYAyê ji aliyê rewiştî ve di barûdoxekê de ye hîn dinyaya din negihîştêye yan jî hîn wernegirtiye. Ev gotineke mezin e û dizanim ku zaf kes jê vedicinqin, gelek beş wê red dikin, ji ber ew xwe bi xwedanê rewişteke nemir dizanin û DYAyê jî bi welatekî bêrewişt. Ev jî her ji ber tênegihiştin û nenasînê tê, ji ber ew xwe wek binemayeke felsefî û kulturî hêzdar dibînin. Gotineke kurdî heye baştirîn belge ye ji bo vê ray û boçûnê: Mezin avê dirjînin û biçûk jî pê lê dixşînin. Cîhana niha ji aliyê kulturî ve bûye du beş, beşê yekem DYA ku xwe bi take zilhêz e di bingehên aborî û kulturî de, beşê duyem jî dinyaya paşketî ku bi hemû cureyên xwe bûye paşko û pêvek ji kultura DYAyê re.

Lewma ewên ku ji wan e belgeyên nehênî yên Wezareta Derve ya Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê bûye xemeke amerîkî, wan DYA nenasiye û ew bi pîvereke kevin tiştên nû dipîvin. Nikolî tê de nîne ku rojane cîhan bêyî hay ji xwe hebe û bêhemdî kultura nû ji DYA werdigire, û xwe ji des t daye, globalîzim bûyereke amerîkî ye ku hemû dinya kirye gustîlk di destê xwe de. Ev bûyera wargeha elektronîk WikiLeaks dewraneke nû ye û rewişt û Tîtalê diguhere, wek mînak dibe bingehek ji bo xweragirtinê di astê aşkerebûna nehêniyan de, bi raya me raz û nehêniyek çendî biçûk be jî dibe sedema torebûn û xeydandinê, lê ya girîng ew e, xwedanê raz û nehêniyê kî ye û jê re xem dike yan na? bêguman eger wek DYAyê desthilatdar be: nexêr.

Hevalekî min yê ewropî û karsaz di gotûbêjekê di navberî me de li ser ka DYAyê ji aliyê kulturî ve bi ser dinyayê ve zal e ya na, ewqas bi xem ji ber boçûnên min, wî got DYAyê welatekî bê kultur e, min got jixwe ew ya tu jê re dibêjî “Bê kultur” ew Amerîka bixwe ye. Eva ha di dema pêş de eger em bixwazin ya nexwazin dibe kulturê hemû mirovayetiyê. Piştî aşkerebûna belgeyên WikiLeaks û raz û nehêniyên DYAyê, êdî aşkerebûna çi ji yên din ji nehêniyan bê bandor e û hikariyê nake. Bi kurtî WikiLeaks tiliyeke din e, di guhartina kulturê û pênaseyên axlaq û rewiştê.

Lê ji bo çi DYAyê wiha ye û çi palpiştî heye ta bi ser kultur û rewiştê de zal be?
Sedem û hoyên vê gelek in:

Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê welatekî di asta yekem de ji aliyê teknolojiya de, û mezintirîn hêza wê ya serbazî heye, bihêztirîn aboriya wê heye, teknîka li DYA rojane guhertin û pêşkeftinê bi xwe re tîne, pêşketinên zanistî di pileya yekem de ye. Kultur bo nimûne, cilûberg û muzîk, sînema û roman ji Amerîka derdiçin û xwe bi ser cîhanê de badidin. Pileya yekemîn di hemû warn de ji DYAyê re bi saya kargêrî û hikariya bêhempa hatiye parastin.

Sedemeke din ku bûye hoya serdestiya kultura DYAyê ew jî dûriya ji aliyê cografîk ve. Ev dûriya “yekem” paraste ye ji destêwerdana derekî. “duyem” jî vê dûriyê wiha pê kir ku DYA çekên dûrhavêj bi teknîka nûdem berhem bihêne ji bo sepandina zordestî û zilhêza xwe bi ser ewên din de. Hêzdar serê hemû aliyan dikute û ji liv û tevgerê dixe, hêzdar li ber serkêşiya hemû aliyan rê digire û meydanan bi tena xwe dadigire, ev jî ew Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê ye ku em dinasin.

Nimûneyek ku DYA xema hîç tiştî nexwariye: Berî 7 salan hêzên xwe yên navdewletî kom kir bi ser rejîma Sedam de da. Bangeşeya wê ya çend salan ew bû ku piştî Iraqê li Îranê jî dide û wê ji ji nav dibe, ji ber DYA wan du rejîman bi dijminê bavkujê xwe danîbû. Lê kê bawer dikir vê hemû Iraqê ji bo Îranê bi cih bihêle. Kesî jî pirsyarek arasteyî wê nekir bêje; kanî ew bernameyê hilweşandina dîktatorên li navçeyê û damezrandina demokrasiyê ji bo gelan? Pirsyar ew e, gelo kîjan cihê xema wê ye, yan belgeyên WikiLeaks? Lewma çi xemê nexin, WikiLeaks bi qasî yek fils nabe xem, lê berevajî wê rewişt û tîtalên nû ji wê de dest pê dikin. (AKnews)
Top