• Tuesday, 30 April 2024
logo

Jina duyem feminist e

Jina duyem feminist e
Maf û azadiyên zorbeyan bi biryara siyasî dihêne cîbicîkirin. Bo nimûne mafên neteweyî, her dema neteweya serdest biryara da dest ji çewsandina neteweya bindest berde, yan di saya zanebûna mêjûyî ve eger gelê bindest rizgarî bû ji pençên gelê serdest, êdî bi niqandina çav re mafên pêşêl bo gelê hatî çewsandina vedigerin. Mafên din jî her wiha, bo nimûne mafê azadiya ra-derbirînê, yan mafê zarok ku bixwîne û kar pê nehê kirin. Mafên mirov, hemû jî wiha ne, tenê yek maf nabe ku dîrokê re tê ne bi biryarekê û rojek û du rojan, ew jî mafên jinê ne.

Pêş 30 – 40 salî di civaka kurdewarî da mêr li jina xwe dida wek nimandina beşek ji mêraniya xwe, dibe ku jinê hîç kêmûkurtî jî nekiribin ta lêdanê bixwaze, jinê jî dipejirand wek beşek ji pêşandana xatûniya xwe. Bi zaroktî, min ji jineke kurd bihîst wek pesn û şanazî pê dike ku çon mêrê wê lê daye û hefteyekê di nav nivînan de maye û kesî jî ji devê wê bi wê lêdanê nizaniye. Îro eva ha nemaye. Nimûneyek berev pêşkeftinê dihênim ew e: keç û kurên ciwan hene li Kurdistanê bi sal û du sal wek girlfriend û boyfriend bi hev re dijîn ta paşê biryara hevsergîriyê didin, malbat jî wan qebûl dikin, hey aferîn û destên wan xweş be. Herêma Kurdistanê li hemû warî de cihê rexnelêgirtinê ye, di warê mafê jinê de dikare şanaziyê bi xwe bike ku pêngavên mezin tê de havêştine. Bijareya kurdî ku siyasetmedar û rewşenbîran li xwe digire, zaf bi peroş di xema çareseriya kêmûkurtiyên ser rêya beşdariya jinê di jiyana nûdem de, ta gihişte hindek "teşî rês" jî gihiştin bi kursiyên pêş. Bêguman min negotiye hemû tişt rêkûpêk e, renge bo bicihanîna yeksaniyê di navbera nêr û mê de civaka Kurdistanê sedan salan ji mêjûyê dahatî derbaz bike ta bêje ox.

Dakokîkirin li mafê û azadiyê divê pirseke bîrdozî be ne galegal, xwehildan û xwedanpêş be. Divê rexne li civaka Kurdistanê bête girtin li kêmûkurtiyan, ne bête riswakirin li ber çavên dinyayê û bibe bi penda zimanan. Kurd eger bête hempakirin ligel gelên cînar, zaf ji wan baştir e di pirsa jinê de. Medyaya nefermî ya kurdî, eger peporek li malekê biteqe û jinek bisote dinyayê dihejîne bêyî ew lêkolînekê di wê bûyerê de bike. Çareserî bi vî şêweyî nabe, li hember jineke ewiha disote dehan mêr jî bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest didin, baş e eger ew jin hemûyan li daxê mêr de xwe dişewtînin deşê bibêjî mêr jî li daxa jinan dixebitin ta lê tê û dimirin. Hoy û sedemên paşketinê di civaka kurdî de bi nêr û mê ve ne tenê bi mêr ve girêdayî ye, eger jin hatiye çewsandin jî, jin bi xwe jî beşdar e di vê çewsandinê de. Pêşandana mêrê kurd wek dêw û hirç li beramber daxwazên jinê de bi hîç carek rast û rewa nîne. eger mêrê kurd hêjayî guhartinê nebe û bi xwe azadiyê nepejirîne bo jin û xuşk û keçên xwe, êdî kê ev hemû beşdarî û azadî li Kurdistanê daye bi jinan.

Gelek caran di mediyaya kurdî de yan di raporên jinan de guh li dengûbasên wek "şîrove û bin pişk û mezin bi biçûk û tiştê ewiha seyr û semere" dibe ku ew bi hîç şûweyî di nav ferhenga civaka kurdî de nemane. Tevî ku firejinî jî ewinde kêm e ku naşê diyarde pê bête gotin. Ji hezar mêrî kurd renge mêrekî du jinên wî hebin. eger serjimêriya giştî nişteciyên ku nêzîk dihête encamdan, van cureyên zanyariyan li bigire, wê demê aşkere dibe ku pêzanînên rast çendî li bangeşe û dengoyan dûr e.

Handera serekî û hevbeş raste di vê bûyerê de jinên feminist in, feminist mebest min keçên xwendevan û bi cilûbergên serdemiyane ne ku ew ji pêşmergeyên kevin, dewlemend, rewşenbîr û siyasetmedaran re balkêş in. Evên bi cilûbergên modern û xence û bêhna xweş mêran dikin bernameyê xwe û saziş û destberdariyê dikin ta bibin jina duyem. Mêrekî ji ewên ku jina duyem hênaye neçûye gund weku jina xwe ya yekem hênaye. Ev jin mêperwerane yên min çêrê kirin, ku berdewam li ser mafê jinê hildanê û daxwaza wekheviyê û beşdariya rastekî ya jinê dikin bi tek mêrî re, yan kongre û konferansan çê dikn, ew in yên dibin bi jinên duyem. Eger tenê jinên ne xwendevan yên gundî amade û beşdar bin di vê karvedanê de, wê demê hemû giliyên li hember mêr rast dibûn û ew ê berdebaran bibûya li ser pêşêlkirina mafê jina yekem.

(AKnews)
Top