• Tuesday, 30 April 2024
logo

Em ê çawa dewletê ava bikin?

Em ê çawa dewletê ava bikin?
Kurd gelekî tembel û nekara ye. Ev ne buhtan û ne jî bêbextî ye li gelê min. Ez bi xwe jî kurd im û ji kurdan hez dikim, lê eger tu li hemû dinyayê bigerî û bipirsî, tu yê bibînî ku kurd navdar in bi tembelî, bêkarî û sistiyê. Dev ji Kurdistanê berde ku kurd bi şev û roj bêkar in, çaverêyî berdestên endanosî û flîpînî û taylandî dikin ji bo xwarinê ji wan re deynin û malên wan pak bikin. Li derveyî welat jî em heman tiştî dibînin, koçberên hemû welatên cîhana sêyê bo Ewropayê bi şev û roj bêrawestan kar dikin, lê kurdan her di vehesê de pal vedane û hîn ji halê xwe ne razî ye jî.

Xûwa bêkariyê di nav kurdan de ne nerêt û adeteke nû ye, ku em bêjin ji ber dahata neftê di van salên dawî de derketiye holê û bi vî awayî em xwe ji berpirsiyê xelas bikin. Nexêr, ev gel her ji berê de gelekî karneker e û demareke wî ya kûr di bêxemî û palvedanê de. Jiyana li gundan û tîmar û xwedîkirina pez, çandinî û ajotina erdan di welatekî bejî û bê av de ku hemû tişt tenê girêdayî ava baranê ye, mirovên xwe guhartin ji bizav û tevgerê berev sistî û tembeliyê û tenê piştbestin bi asîmanî ve.

Her wekî çawa bêkarî bandora xwe ya nehênî li warê aborî dike û xizaniyê dike para kesên karneker, her wiha di warê siyasî de jî wan bêşiyan û karîn dike û radestî cînar û dagirkeran dike.

Di dîroka Rojhilata Navîn de gelê kurd û gelê cuhû li hev diçin, herduyan serweriya xwe ji berî zayînê bi çend sed sal de winda kirin, her wiha şansa cuhûyan ji ya kurdan xerabtir bû wan zêdebarî serweriyê erdê xwe jî ji dest dan û li sertaserî cîhanê belav bûn. Lê dema wan destên xwe vemalandin û dest bi kar kirin vegeriyan navenda dîroka xwe; wek em îro dibînin, bêxemî û tembeliya kurdan jî ew li paş dîrokê hiştin.

Min carekê gotareke nivîskarekî ermenî xwend, dibêje ku ermen bi saya guvaşa dîrokê bûn gewher. Gewher jî kanzayeke di bin guvaş û palepestoya zaf de durist dibe. Min hez dikir ku palepestoya dîrokê, kurd jî wek ermen û cuhûyan bikira gewher ne paçik.

Berê kurd li jêr bindestiyê xweşik dixuyan, piştî rizgarbûnê ew xweşikî jî ji dest dan. Di van salên dawî de min ti biyanî nedîtin ku bi zîrekiya kurdekî sersam bibe. Berî demekê jî min rewşenbîrekî erebî Libnanî dît, ku vexwendî bû bo beşdariyê di boneyeke rewşenbîr ya kurdî de, boneyeke di astê kêrç û tinazan de ku mirov ji ber ve şermî dike wek hemû boneyên rewşenbîrî li Herêma Kurdistanê, wî rewşenbîrî ji miqate û peroşa xwe li ser kêşeya kurd, jidil ji min bersiv xwest got, “Wiha dewletê ava dikin?”

Nimûneyeke din li ser tembelî û belavbûna diyardeya mûçeyên bêberamber ji hikûmetê ku hişt tembelbûna kurdan hîn zêdetir bibe: Çend şivanan ji gundê kêleka gundê me destdirêjî li mala çend cotkarên gundên me kiribûn, polîs jî nikarîbûn wan şivanan destgîr bikin ji ber ku ew ji pêşmergeyan bûn. Wek rewşenbîrekî ku pêwendiyên min desthilatê re hene, min nikarî bersiva gundiyên xwe bidim dema pirsîn, “ewiha dewletê ava dikin?”.

Bêxemî û tembelî ne tenê xûw û nerêtên kurdan in, lê her wiha iraqiyan. Iraqî jî tembel û karneker in, û hez ji kesên kar dikin jî nakin. Di sala 1984ê de dema cuhû vegeriyan zevî û warên xwe, iraqiyan ew talan kirin. Ew talan jî ne ji sedema ola wan a cuhû bû, çunku ew bi hezar salan bêkêşe di vî welatî dijîn, lê ew talan tolhildan bû ji ber ew çalak û kara bûn. Iraqiyan ji sermiyanê cuhûyan hez nedikir ne ji kesayetiya wan, sala 1980yî sedema heman tişt bi kurdên feylî kir, ew ji hemû samanên wan rût kir û ew avêtin ser sînor. Ev her du bûyer Bexda û hemû Iraq ji şaristaniyê zaf bi paş xist.

Feylî ji nav kurdan grûpa takane ye ku di warê bazirganiyê de kitûmit weku cuhûyan in, her wiha feylî grûpeke bajarî ne. Sedam jî weku kultura xwe: gundiyekî qure rêz ji kar re nedigirt. Bi hezaran malbatên feylî ji Iraqê veder kirin, evan piştî rûxana rejîma Sedam sala 2003yê venegeriyan Iraqê ji ber handerek tune bû da ku vegerin, her serdana welatekî dikim sermayedarekî feylî dibînim çi mezin be çi jî biçûk. Tevî ku rejîma Sedam ew rût û talan kirin, lê dîsa wan ji sifrê de dest pê kir û ji nû ve bûne sermayedar. Her wiha ew bi netewetiyê xwe ve pêbend in tevî ku Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê jî ew piştguh kirin û ziyana wan qerebû nekir. Ew bi tevî piştguhkirinê peroş û miqate man li ser pêşxistina ezmûna desthilata Kurdistanê.

Min gelekî hizir kir ku çawa bajarê kurdî bibe bajar, çawa kargeh, xwaringeh, bazirgan û cihên kurdî bi profesyonal bêne birêvebirin? Çawa kurd destmayeyê geş bike û welatê xwe berev pêş ava bike? Kengê em ê xuliya tembeltiyê li ser xwe daweşînin? Min ji wê baştir nedît ku fîrmayên sexte yên nezaniya kurdan ji xwe re kirine fersend, bêne guhartin bi vegerana kurdên feylî bo Herêma Kurdistanê. (AKnews)
Top