• Tuesday, 30 April 2024
logo

Kerkûk ji bo Kurdistanê (3)

Kerkûk ji bo Kurdistanê (3)
Herêma Kurdistanê herêmeke aram û seqamgîr e, em dikarin bêjin li sertaserî Iraqê tenê ev herêm ji kêşe û teşqeleyên ewlehiyê dûr e. Bêguman ev rewş berhema birêveberiyeke herêmî ya serkeftî ye ku ew jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Weku em dibînin ev herêm ji çend salan de bûye cihekî baş ji geşbûna aborî û warên din ên jiyana civakî ya kurdî. Bi kurtasî ev herêm bûye herêma herî asûde û pêşkeftî li Iraqê û bûye xewnek ku iraqiyek li Herêma Kurdistanê bijî yan bi kêmanî serdanê bike. Û tiştekî siruştî ye ku herêmeke aram û hêmin ji bo hemû herêmên din ên ne seqamgîr balkêş be.

Ji dema rûxana Baas de sala 2003yê, bijardeya Iraqê direve û li cihekî aram ji xwe re digere. Herêma Kurdistanê jî cihê herî nêzîk bû ku wan hewl da xwe bigihîne û bi taybet di bûyerên sala 2006-2007ê de, lê ji ber amadekariyên hêzên ewlekariyê li Herêma Kurdistanê standinî ew yek ne bû.

Gelek caran min ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirsyar kir ka çima derî li ber hejar û belengazan berê xwe danî herêmê digirin, lê her tim min bersiveke pêbawer wernegirt. Hinekan ji wan behane hebûna kesên terorîst di nav wan de nîşan dan, lê ew behaneyeke ne pêbawer e, ji ber ku ew jî iraqî ne û mafê wan e di rojên teng de berê xwe bidin herêmeke aram ji welêt, û di heman demê de ew ji bo çi herêmê be kesine sûdmend in.

Zorbeya wan kesan bijardeyên berhemdar in, gelek ji wan sermayedar, endazyar, doktor, mamosteyên zanîngehan û rewşenbîr in, bêguman ew dê roleke di zengînkirina Kurdistanê de bistînin. Eger hûn rastiyê dixwazin jî civaka kurdî pêdivî bi van kesan e, û gelek kes ji wan hene gihiştin Kurdistanê û rolekî çalak di civaka kurdî de standin, û ger derî li ber wan vekirî bûya dê qatî bihatina û taybet bo bajarê Hewlêrê ku mêvandariya xwe û pêşwaziya her kesekî re navdar e.

Eger seqamgîrî li Iraqê hebûya, Herêma Kurdistanê ji ber siruşta xwe ya dewlemend dê bibûya rûgeha hemû iraqiyan, kertê geştûguzarê di aboriya Herêma Kurdistanê de çav li ser nahên girtin. Di serdaneke me bo bajarê Duhokê de berî 2 salan em tenê li Hotêla Jiyan ku ji hotêlên girîng e li herêmê e mêvan bûn, û li aliyê din li kontrolgeha pêşmergeyan bi sedan malbatên ji Mûsil û Bexdayê hatina Duhokê ji wan re xewn bû. Ev parek e ji siyaseta şaş ku bandor li her tiştî kir li Herêma Kurdistanê û bi taybet li pirsa Kerkûkê.

Avakirina dîwarekî di navbera Iraq û iraqiyan û Herêma Kurdistanê de, ne karekî lojîk e û ne di xizmeta ti bernameyekî siyasî yan ewlehî de ye eger ew behane rast bin. Wek em dizanin çi niyaza Herêma Kurdistanê bo cudahiyê ji Iraqê nîne, heta eger hebe jî ev herêm ti serkeftî nabine eger pêwendiyên baş bi cînara xwe Iraqê re nebe. Her ez kûr pê de çûm min ti sedem nedîtin ta rê li ber hatina ereban bo Herêma Kurdistanê bigire, û aloziya niştecîbûnê di demeke kurt de çareser dibe. Ezmûna Kurdistan bi cihêkirî û dûrî miletên herêmê bi ser nakeve. Bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê dê bihêz û asê be li ber destên dagirkeran dema daniştiyên wê bi milyonan ji nijad û ol û mezheban hebin, bajarekî wiha dê bibe kela demokrasiya kurdî.

Berî çar salan dema Bexda di nav xwînê de mayî û welatiyên wê hewl didan cihekî aram ji xwe re bibînin, ku hindekan ji wan berê xwe dan Herêma Kurdistanê min di çend nivîsên çend ciwanên neşareza di rojnamegeriya kurdî de xwendin wek , “Rê li ber koça wan bigirin, ha Kurdistan dîsa ket ber şapola erebkirinê”, dibe ku ev hizira ciwanan a sade û xwerû sedemek bû li ber dezgehên ewlekariyê ku rê li ber hatina ereban ji Bexdayê û herêmên din bigire. Lê divê em zanibin ku Iraqa nû Iraqeke din e, û Iraqa Sedam Hisên ku Kurdistan tê de li ber gefê bû bi dawî bû. Eva ye pêşmergeyên çiyayên Qendîlê di şaneşîna Bexdayê de rûiştine û eva ye alaya Kurdistanê li herî başûra Iraqê hat hildan.

Ji mînakên ku êdî berbend di navbera iraqiyan hatin hilanîn, rola kurdî di çareserkirina aloziya avakirina hikûmetê de. Helbet iraqiyan çav li roleke wisa bû ji aliyê kurdî de û bi taybet ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî. Rakirina alaya Kurdistanê ta çend rojan li bajarê Besra vê yekê piştrast dike ku iraqî çaverêyî rola lîderên kurd bûn. Tê zanîn ku ev rol dê ne tenê rûpeleke nû di jiyana iraqiyan de veke û hevpariya di navbera kurd, ereb, tirkman û xrîstiyanan ava bike, lê dê rê li ber vegera Kerkûkê bo Herêma Kurdî veke. Vegereke ku hemû iraqî dê pêşwaziyê lê bikin, ne vegereke bi guvaş û dijmantiyê.

Berî çend salan bi hevaltiya çend rewşenbîrên Iraqê em çûn serdana goristan Mistefa Barzanî. Yek ji wan rewşenbîran got ev kes “mebest Mistefa Barzanî” ne tenê bo kurdan hêma û nîşane ye lê ji bo hemû iraqiyan. Gotina wî rast derket. Wî got eger vê carê ez hatim ezê 4 şitlên dara xurme bi xwe re bihînim. Lê min gotê na ji ber dara xurme li navçeyên sar nabe, lê min gotê baştir e tu peykerekî Barzanî li başûr di nav darên xurmeyan de deynî. Hemûyan got te rast got. Em hîn li hêviyê ne ku peykerekî Barzanî li Besra yan li çi herêma başûrê Iraqê be bête danîn û alayeke Iraqê ya rengîn jî li ser çiya Kurdistanê li ba be. (AKnews)
Top